Ji jinan bo Partiya Çep a Kesk: Bila AKP biçe jin biserkevin 2023-04-19 20:35:37   STENBOL - Jinan bang li Partiya Çep a Kes ku li navçeyên Beyoglu û Esenyurt belavok belav dikirin, kir û gotin : “Bila AKP biçe; jin biserkevin. Em piştgiriyê didin Partiya Çep a Kesk.”   Rêxistina Partiya Çep a kesk ya Beyoglu çû serdana esnafên Beyoglu û li bazara li taxa Haciahmet  belavok belav kirin.   Namzeta Stenbolê Kamîle Kandal di serdana esnfan de eleqeyek mezin dît. Kamîleyê balkişand ser krîza aborî, tundiya li ser jinan, zextên AKP’ê û got bila gel di 14’ê Gulanê de dengan bidin Partiya Çep a Kesk.   Di dema belavkirina belavokan de jinan pêşî li Kamîleyê girtin û gotin: “Bila AKP biçe. Bila jin biserkevin. Divê yên dizî kirine demildest biçin. Denda me ji bo Partiya Çep a Keske. Piştre heyeta partçiya Çep a Kesk çûn Qada Taksîmê û konê hilbijartinê û standa hilbijartinê ya Okmeydani.    Esenyurt   Parştiya Çep a kesk di çarçoveya xebatan de li Esenyurtê kon vedan û belavok belavkirin. Welatiyan eleqeyek mezin nîşanda. Nametên Stenbolê Îlknur Bîrol û Ercan Saglam jî nav de heyet çû serdana esnafên Esenyurtê û belavok belavkirin.Welatiyan eleqeyek mezin nîşanê heyetê. Heyet piştre çû serdana standa Parçtiya Çep a kesk ya li bazara taxê hatiye avakirin.