Îdianameya der barê Safiye Alagaş û Gulşen Koçuk de hat amadekirin 2023-04-19 17:46:39     AMED - Der barê rojnameger Safiye Alagaş û Gulşen Koçuk de 10 meh şûnde îdianame hat amadekirin û şandin dadgehê.   Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatiye destpêkirin de di 8’ê Hezîrana 2022’an de midûra ajansa me Safiye Alagaş û edîtora ajansa me Gulşen Koçuk hatibûn binçavkirin û girtin.  Îdianameya der barê Safiye Algaş û Gulşen Koçuk de piştî 10 mehan şûnde hat amadekirin.   Hat hînbûn îdianame şandine dadgehê û di rojên pêş de wê lêkolînê temam bike û biryara xwe bide.    Çi bûbû?   Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê dabû destpêkirin de di 8'ê Hezîranê de 20 jê rojnameger 22 kes hatibûn binçavkirin. Di 16'ê Hezîranê de Mudura Karê Nivîsê ya JINNEWS'ê Safiye Alagaş, Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Aziz Oruç, Mudurê Karê Nivîsê yê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Ali Ertaş û rojnameger Zeynel Abidin Bulut, Omer Çelik, Mazlum Dogan Guler, Îbrahim Koyuncu, Neşe Toprak, Elif Ungur, Abdurrahman Oncu, Suat Doguhan, Remziye Temel, Ramazan Geciken, Lezgin Akdeniz û Mehmet Şahin, bi îddiaya "endamtiya rêxistinê" hatibûn girtin.    Wê rûniştin di 11'ê Tîrmehê de bê lidarxistin   Ev 10 meh in di warê lêpirsîna derbarê rojnamegeran de tu pêşketin çênebûbû. Di rojên borî de îddianameya derbarê rojnamegeran de ya ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hat amadekirin li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran hat qebûlkirin. Wê rûniştina 15 jê girtî 18 rojnamegeran di 11'ê Tîrmehê de bê lidarxistin.