Fahrîyeya ku 30 sal in girtiye nehat berdan 2023-04-19 14:02:33     ANTALYA -  Fahriye Ceylan a 30 salên xwe temam kir nehat berdan.   Fahriye Ceylan a li Gîrtîgeha Tîpa L a Alanyayê girtiyê cezayê xwe ya 30 salan qedand, lê ji ber heman hincetê cara duyem 3 mehê din jî berdana wê hat taloqkirin.    Fahriye di sala 1993'yan de li Amedê hat girtin. Ji ber hevdîtina bi Lîjneya Şopandina Îdarî ya Girtîgehê înfaza vê hat şewidandin. Îtîraza Fahriyeyê ya ku li Dadgeriya Înfazê ya Alanyayê kiribû hat redkirin. Piştî 3 mehên xwe temam kir carek din bi heman hincetê berdana wê hate taloqkirin.