Li Ayşe Gokkan 3 sal û 9 meh ceza hat birîn 2023-04-19 12:11:48   AMED - Li Berdevka TJA'yê Ayşe Gokkan bi hinceta "Konê Çareseriyê" yê di sala 2011'an de hatiye vekirin 3 sal û 9 meh cezayê girtîgehê hat birîn.   Bi hinceta ku di sala 2011’an de şaredara Nisêbînê ya wê demê Ayşe Gokkan li baxçeyê Navenda Çandê ya Mîtaniyê "Konê Çareseriya Demokratîk" vegirtiye, doz hatibû vekirin. Dadgerî, şaredara wê demê ya Nisêbînê Ayşe Gokkan bi hinceta "Bi zanebûn alîkariya rêxistinê kiriye" sûcdar kir. Berê jî Dadgeha Cezayê Giran a 9’emîn a Amedê 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Ayşeyê birîbû lê Saziya Darazê ev ceza xera kiribû. Ayşe bi rêya Pergala Deng û Dîmenê (SEGBÎS) têkildarî rûniştina biryara ya dozê bû.   Ayşe di parastina xwe ya bi kurdî de diyar kir ku dadgehê ji destpêkê ve bêalîbûna xwe winda kiriye û daxwaza redkirina dadger dubare kir û got: "Ez vê dadgehê, lijneya wê, serokê wê û heta karmendê wê red dikim."   Parêzer Mûharrem Şahîn jî di danişînê de wiha axivî “Lêpirsîn ji ber propagandayê hatiye kirin, di qanûnên me de tiştekî bi navê alîkarîkirina propagandayê nîne. Ji ber vê sedemê ji bo ku em parêznameyên xwe li dadgehên bilind bikin em ê li ser esasê, parastina xwe nekin."   Ayşe Gokkan li ser pirsa gotina dawî wiha axivî: "Ez dadgehê red dikim, jin, azadî û jiyan nayên darizandin."   Heyeta dadgehê bi îdiaya "Alîkariya rêxistinê kiriye" 3 sal û 9 meh cezayê girtîgehê li Ayşe birî.