HDP'ê Cejna Çarşema Sor pîroz kir 2023-04-19 11:04:05     ENQERE - HDP, Cejna Çarşema Sor a Êzidiyan pîroz kir û hêvî kir ku bibe mizgîniya azadiyê.   Hevberdevkên Komîsyona Gel û Baweriyan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Tulay Hatîmogûllari û Tûrgût Oker Cejna Çarşema Sor pîroz kirin.   Di peyama pîrozbahiyê ya HDP'ê de wiha hate gotin: "Çarşema Serê Nîsanê yanî Cejna Çarşema Sor pîroz be ku ji aliyê êzidiyan ve weke roja destpêkê ya biharê û roja destpêkê ya sala nû tê pîrozkirin.   Êzidî ew gel e ku ji ber çand, bawerî û nasnameya xwe 73 caran komkujî lê hatiye kirin. Komkujiya herî dawî jî li Şengalê hate kirin. Ji sala 2014'an û vir ve ku li pêş çavên cîhanê fermana 73'an li wan rabû, bi hezaran jin û zarokên êzidî di destê çeteyên DAÎŞ'ê de dîl girtî ne û mixabin hîn jî aqûbeta wan nayê zanîn.   Bi hêviya ku bibe mizgîniya azadiyê ya gelê Êzidî yê qedîm em Cejna Çarşema Sor pîroz dikin û hêvî dikin ku bibe wesîleya aştî, azadî û wekheviyê ji tevahiya mirovahiyê re."