ROJEVA 19'Ê NÎSANA 2023'YAN 2023-04-19 09:00:00     *Namzeta Partiya Çep a Kesk a Wanê Havîn Kiye ku di temenê biçûk de ji ber zextên dewletê koçber bûne li dijî asîmîlasyon û zextan têkoşîn da û got wê bi Partiya Çep a Kesk biserkevin. DÎMEN HEYE   *Namzeta partiya Çep a Kesk a Hatayê ya di rêza duyem de, Şîrîn Nur cural da zanîn ku  ji her nasnameyên cuda di bin sîwana Partiya çep a Kesk de ye berê xwe dayê û got ji bo keda jinan bê dîtin wê têbikoşe. DÎMEN HEYE   * Di rojên borî de îdianameya der barê rojnamegerên girtî de hatibû amadekirin ji aliyê dadgehê ve hat qebûlkirin û rojnameger bi bernameyên hatibûn çêkirin hatin sûcdarkirin. Neşe Toprak jî bi naverokên bernama Nêrîna li Hunerê tê darizandin.   * Yek ji kesên di dema AKP’ê de hat windakirin Gulîstan Doku bû. Pirsa Gulîstan Doku li ku ye, bê bersiv ma û dosyayê de tu pêşketin tune. Parêzerê malbatê Alî Çîmen got: “Dosyayê de tu pêşketin tune. Dosya wisa hatiye sekinandin." DOSYA