DBP, HDP û Partiya Çep a Kesk bûn mêvanê sifreya malbata Şenyaşar 2023-04-18 20:59:18   RIHA - DBP, HDP û Partiya Çep Kesk li ber Edliyeya Rihayê bûn mêvanê sifreya fitarê ya malbata Şenşayar. Ferît Şenyaşar got: "Qîrîna dêya min a ji bo edaletê li kuçeyên Rihayê olan dide."    Xizm û parazvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrîşî malbata Şenyaşar kir. Di encama êrîşê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşarê hatin qetilkirin. Li ser vê yekê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê adara 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya Malbata Şenyaşar di roja 757'an de berdewam dike.    Malbata ku li ber pankarta "Ji malbata Şenyaşar re edalet" nobetê digre, bi boneya meha Remezanê li vir jî difitire.   Rêxistinên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çepên Kesk ên Pirsûsê îro serdana Nobeda Edaletê ya malbata Şenyaşarê kirin û li ber Edliyeya Rihayê bi malbatê re fitirîn. Piştî fitariyê Endama Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê Nahîd ekIliç, anî ziman ku ji roja roj de li cem malbata Şenyaşar ne.    Paşê Ferît Şenyaşar axiv û got: "Qîrîna dêya min a ji bo edaletê li kuçeyên Rihayê olan dide."