Li Meletiyê bûroya hilbijartinê ya jinan hat vekirin 2023-04-18 16:07:53     MELETÎ - Bi tevlibûna namzetên parlamenteriyê û gelek welatiyan, Rêxistina Partiya Çep a Kesk li Meletiyê bûroya hilbijartinê ya jinan vekir.    Xebatên hilbijartinê yên Partiya Çep a Kesk bênavber didomin. Di çarçoveya xebatan de, li navçeya Çermîktî ya Meletiyê bûroya hilbijartinê ya jinan hate vekirin. Namzetên Partiya Çepên Kesk ên Meletiyê, endam û rêveberên partiyê û gelek şêniyên navçeyê tev li vekirina bûroyê bûn. Bûroya hilbijartinê ji kon pêk tê û li ser konên derdorê “Jin, jiyan, azadî” hate nivîsandin. Derdora bûroyê jî bi alayên partiyê hate xemilandin.    Di vekirina bûroyê de namzeta Partiya Çep a Kesk a Meletiyê Perîhan Yucekaya axivî û wiha got: “Erdhejeke mezin bi serê me hat û em hêj di bin bandora wê de ne. Yekem care em li Meletiyê bûroya hilbijartinê ya jinan vedikin. Em dibêjin ku rêya 3'emîn, têkoşîna jinan e. Ji ber wê jî em bang li jinan dikin ku dengên xwe bidin Partiya Çepên Kesk. Armanca têkoşîna me ew e ku pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk were çareserkirin û banga me li her kesî ew e ku dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk.”    Piştî axaftinan, bûroya hilbijartinê ya jinan bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” hate vekirin.