Agirî: Em ê vê rejîma dîkta bişînin 2023-04-18 15:30:34     AGIRÎ - Namzedên Partiya Çep a Kesk ku li navçeyên Agiriyê bi dirûşma "Bijî Serok Apo" hatin pêşwazîkirin gotin, "Em ê vê rejîma dîkta bişînin."   Namzedên Partiya Çep a Kesk Sirri Sakik, Nejla Demîr, Heval Bozdag û Zelal Yilmaz li Navçeyên Agiriyê Dutax û Panosê bi gel re hatin cem  hev û buroyên hilbijaritnê vekirin. Dayika Sema Yuce Nennure Yuce jî li gel heyetê cihê xwe girt.   Li Dudaxê dirûşmên "Bijî Serok Apo" berz kirin   Namzed bi konvoyek wesayîtên qelebalix ketin navçeyê. Heyeta ku bi konvoyekê li navçeyê geriya, piştre meş pêk anî. Di meşê de her ku çû tevlîbûn zêde bû, dirûşmên "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" û "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin. Piştre buroya hilbijartinê bi qutkirina qurdaleyê ya ji aliyê namzedan ve hat vekirin. Heyet piştre li otobusa hilbijartinê siwar bû û gel silav kir. Dayika Sema Yuce Zennure Yuce ji otobusê gel silav kir. Dema ku Zennure hilkişiya otobusê gel dirûşma "Şehîd namir" berz kir. Ji namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çep a Kesk a Agiriyê Nejla Demîr ku piştî danasîna namzedan axivî, bal kişand ser zextên darazê yên li ser tevgera siyasî ya Kurd. Nejla got, “Ji bo 36 hevalên me cezayê heta hetayê dixwazin. Dixwazin vîna gelê Kurd ceza bikin, lê em paşve gavê navêjin. Em ê li hemberî vê pergala mêtinger serî netewînin.” Piştî Nejla Sırrı Sakık axivî. "   'Dê 4'ê Gulanê zilm bi dawî bibe'   Sirri bal kişand ser girîngiya hilbijartinê û wiha got: “Eger em bibin yek wê ev zilm di 14’ê Gulanê de bi dawî bibe. Ji ber vê yekê yekitiya me pir girîng e. Girseya li vir peyamê dide hemû kurdan. Em dibêjin dema pêş dema azadî, aştî û demokrasiyê ye. Em dixwazin di sedsala pêş de rêwitiya têkoşîneke dijwar bi demokrasiyê tacîdar bikin. Sedsala nû wê ji bo Kurdan bibe sedsala azadî, aştî û demokrasiyê. Em ê di 14’ê Gulana 2023’an de ji girtîgehan heta derve di her qada jiyanê de her hevalê xwe yê sirgûnê li van axan vegerînin.  Ger ku hûn van 4 hegalên me wekî parlamneter bişînin meclisê em bibin dengê we ji bo çareseriyê."    Li Panosê bi girseya mîtîngê buro vekirin   Piştre heyet derbasî navçeya Panosê û di ketina navçeyê de bi konvoyê hat pêşwazîkirin. Konvoy li bajêr gav bi gav mezin bû. Bi hezaran kes bi heyeta ku li Kolana Cûmhûriyetê meşiyan re bûn. Li ber buroya hilbijartinê ku hat vekirin bi sedan kes bi def û zurneyan heyet pêşwazî kirin. Di hevdîtina ku piştî axaftinan veguherî mîtîngê, welatiyan gelek caran dirûşmên "Bijî Serok Apo" berz kirin. Li qada ku bi hezaran kes lê kom bûn gelek caran peyama 4-0 hat dayîn. Namzeta Partiya Çep a Kesk a Panosê Zelal Yilmaz axivî. Zelalê diyar kir ku gelê Agirî dê piştgiriyê bide hemû namzetan û got, “Em dizanin ku hûn ê me biparêzin û em ê 4 parlamenteran bişînin meclîsê. Dengên ku hûnê bidin gelek girîng in, berpirsiyariya me hemûyan heye. Em ê vê rejîma dîktatoriyê ya ku 20 sal in gelê me biçûk xistiye, guh nedaye me, înkar kiriye û tundiyê li gelê me kiriye, bişînin. Em ê hikûmeta ku me mehkûmî xizanî û bêkariyê dike bişînin. Êdî nikarin sozan bidin, dê hesab bidin."   Namzeda Partiya Çep a Kesk Heval Bozdag jî got, "“Em ê hewl bidin layiqî vê coşê bin. Mal bi mal, kolan bi kuçe, tax bi tax em ê dara Partiya Çep a Kesk li her derê kesk bikin. Weke hûn jî dizanin ev hilbijartin ji bo me hemûyan pir girîng e, em ê di 14’ê Gulanê de bi rojeke nû rabin. Wê rojê em ê dest bi jiyaneke nû bikin. Partiya Çep a Kesk bi hemû pêkhateyên xwe siberoja nû ava dike. Desthilatdariya AKP-MHP’ê ya talanê ye, rejîma rantê ji xizanan dizî û xweza wêran kir.  Dê di 14ê Gulanê de hesab bidin." Piştî axaftina Heval Sırrı Sakık axivî û got ku ew ê hesabê hemû zilm û çewisandina li ser gelê Kurd bipirsin."   Li Bazîdê ji bo biçin ser sindoqan bang kirin   Li Bazîdê rêxistina Partiya Çep a Kesk a navçeyê çû serdana taxan û der barê hilbijartinê de agahî da welatiyan. Heyetê serdana taxên Kazan, Pullutarla û Aşagi Tavla kir û bang li gel kir ku beşdarî hilbijartinê bibin û biçin ser sindoqan. Heyetê her wiha ketin û derketina taxan bi alên Partiya Çep a Kesk xemilandin.   Li giyadîne belavok belav kirin   Li Giyadînê jî rêxistina Partiya Çep a Kesk a navçeyê tax bi tax geriya û belavok belav kirin.