Dozger ji bernameyan 'sûc' ava kiriye! 2023-04-18 09:05:59   AMED - Bernameyên çandê yên Elîf Ungur a ev 10 meh in girtiye û  îddianameya wê hatiye amadekirin, bû hinceta sûc.    Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê dabû destpêkirin de di 8'ê Hezîranê de 20 jê rojnameger 22 kes hatibûn binçavkirin. Di 16'ê Hezîranê de jî 15 rojnameger hatin girtin. Derbarê 18 rojnamgeran de iddianame ji aliyê 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran ve hat amadekirin. Wê di 11'ê Tîrmehê de rûniştina ewil a doza bi iddiaya "endametiya rêxistinê" hatiye vekirin, pêk were. Wê rûniştina Elîf Ungur a pêşkêşvaniya bernameya Medya-Çand dikir jî bê dîtin.    Nûçeya Gurbetelli Ersoz sûc hat hesibandin    Di îddianameyê de cih dan bernameyên Newroz û 8'ê Adarê. Stranên Newrozê wekî sûc hat hesibandin. Nûçeya Dengbêjtiyê jî wekî sûc hatiye hesibandin. Pêşkêşkirina Elîfê ya nûçeya Gurbetelli Ersoz jî wekî sûc hatiye hesibandin.    Elîfê ciha dabû bernameya dosyaya ji bo Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê ya Ajansa Mezopotamya amade kiribû. Her wiha cih dabû banga ji bo azadiya hunermend Nûdem Durak. Niha Elîfê ji ber van nûçeyên xwe tê xwestin bê cezakirin. Bi iddiaya "endamtiya rêxistinê" ji bo Elîfê ceza tê xwestin.    Çi bûbû?   Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê dabû destpêkirin de di 8'ê Hezîranê de 20 jê rojnameger 22 kes hatibûn binçavkirin. Di 16'ê Hezîranê de Mudura Karê Nivîsê ya JINNEWS'ê Safiye Alagaş, Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Aziz Oruç, Mudurê Karê Nivîsê yê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Ali Ertaş û rojnameger Zeynel Abidin Bulut, Omer Çelik, Mazlum Dogan Guler, Îbrahim Koyuncu, Neşe Toprak, Elif Ungur, Abdurrahman Oncu, Suat Doguhan, Remziye Temel, Ramazan Geciken, Lezgin Akdeniz û Mehmet Şahin, bi îddiaya "endamtiya rêxistinê" hatibûn girtin.    Wê rûniştin di 11'ê Tîrmehê de bê lidarxistin   Ev 10 meh in di warê lêpirsîna derbarê rojnamegeran de tu pêşketin çênebûbû. Di rojên borî de îddianameya derbarê rojnamegeran de ya ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê hat amadekirin li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran hat qebûlkirin. Wê rûniştina 15 jê girtî 18 rojnamegeran di 11'ê Tîrmehê de bê lidarxistin. Derbarê Mudura Karê Nivîsê ya JINNEWS'ê Safiye Alagaş de hîn tu îddianame nehatiye amadekirin.