ROJEVA 18'Ê NÎSANA 2023'YAN 2023-04-18 09:00:00     *Li Rihaya ku hîn şopên erdhejê lê xuya dikin jin li dijî îktidarê bi hêrs in û dibêjin:"Em dixwazin êdî hinek tişt serast bibin. Em kurd in û Partiya Çep a Kesk nûnertiya me dike. Em ê dengê xwe bidin Partiya Çep a Kesk." DÎMEN HEYE   *Li ser bertekên jinan û bi nêzbûna hilbijartinê re dosyayên jinên ku di serdema AKP - MHP'ê de hatin qetikirin carekedin di rojevê de ne. Ji van dosyayan yek jê jî ya Sakîne Kultur a li Şirnexê ji aliyê Serokê Ocaxên Tevgera Taybet Îbrahîm Barkin ve hat qetilkirin e. Parêzer Aycan Îrmez derbarê dosyasyê de nirxandin kir.  DÎMEN HEYE   *Bernameyên çandê yên Elîf Ungur a ev 10 meh in girtiye û  îddianameya wê hatiye amadekirin, bû hinceta sûc.    * Namzeta Parlamenteriyê ya Partiya Çep a Kesk a Amedê Halîde Turkoglû bal kişand hilbijartina 14'ê Gulanê û got: “Em ê li dijî qeyûman, polîtîkayên tinehesibandina kurdan, qetlîamên xwezayê, polîtîkayên rantê, dijminên jin, ciwan û zarokan, zîhniyeta ku dixwaze Gelê Kurd bê statu bihêle, tecrîd, qirkirin û qetlîaman li hev bicivin û em ê hesabê bipirsin. Dê bi her dengê hesabê ji AKP-MHP’ê bipirsîn." BI DÎMEN    *Li qersê ku Partiya Çep a Kesk bi namzetên jin ên parlamenteriyê re amadekariya hilbijartinê dike, Gulîstan Kiliç Koçyîgît jî ku yek ji van namzedan e, bal kişand ser girîngiya nûnertiya wekhev. Gulîstan destnîşan kir ku ew ê di demên pêş de bi temsîliyeta wekhev xwe ji hilbijartinan re amade bikin û got, "Em ê bi hev re azad bibin." DÎMEN HEYE