Li Qoserê vekirina buroya hilbijartinê ya 3’yemîn 2023-04-17 22:48:29   MÊRDÎN - Li Qoserê 3’yemîn bûroya hilbijartinê bi coş û kelecanek mezin hat vekirin.   Partiya Pêşerojê ya Çep a Kesk (Partiya Çep a Kesk) di çarçoveya Hilbijartinên Giştî ya 14’ê Gulanê li taxa Şahkule ya navçeya Qoser a Mêrdînê 3’yemîn bûroya xwe ya hilbijartinê vekir. Namzetên Mêrdînê Bêrîtan Guneş û Salahattîn Ertaş, Dayîkên Aştiyê, endam û rêvebirên HDP û Partiya Çep a Kesk û sedan kes tevlî vekirina bûroyê bû. Her wiha hejmara ciwanên ku zêdebû balê kişand. Beriya vekirinê girse bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” govend gerand û piştre axaftin dest pê kir.   Di bernameyê de namzet Bêrîtan Guneş axaftinek kurt kir. Bêrîtan, anî ziman ku li Qoserê sê buroyên hilbijartinê bi coş û kelecanek mezin hatiye vekirin û got bi vê coşê dê di 14’ê Gulanê de bersivek xûrt bide. Bêrîtan, destnîşan kir ku ew ê bi dengê xwe bersivek xûrt bidin îktîdara AKP’ê û MHP’ê.   Piştî axaftinê bûroya hilbijartinê hat vekirin. Bername bi stranên hûnermend Nûjen berdewam kir. Bername bi dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî”, “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” û “Bijî Serok Apo” û gerandina govendê bi kelecanek mezin bi dawî bû. Di dawiya bernameyê de polîsan bi gaza îsotê êrişê girseyê kir.   Êrişên ku demek dirêj dom kir şûnde girse belav bû.