'Serkeftin dê bibe ya gel û ya Partiya Çep a Kesk’ 2023-04-17 20:31:32     ÊLIH - Di civîna Partiya Çep a Kesk a gel a li Êlihê de, hat diyarkirin ku gel biryara xwe daye û soza serkeftinê hatiye dayîn.   Di çarçoveya gera hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk de, rawestgeha şandeya Botanê piştî Qûbînê gihaşt Êlihê. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (DTK) Berdan Ozturk, Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk Îbrahîm Akîn, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Kedê (EHP) Hakan Ozturk ji hêla gel ve hatin pêşwazîkirin.    Şandeya ku hat Êlihê li taxa Bahçelievlerê buroya hilbijartinê vekir û bi gel re civiyan. Salîha Aydenîz beriya vekirinê axivî û diyar kir ku ew der beriya hilbijartinê biryara xwe daye got, “Hikûmet polîtîkayên xwe yên sed sal berê digire dest û Kurdan weke tune dihesibîne. Li ser Gelê Kurd polîtîkayên qetlîamê hatin meşandin. Xwestin biqedînin, lê îro me dît ku yên kurdan nas nakin di çopo dîrokê de ne. Dîsa di 15’ê Gulanê de em ê vê hikûmetê bavêjin selika çopê ya dîrokê. Her wiha bi polîtîkayên xwe yên mêtînger dixwazin jinan bi dawî bikin. Di şexsê Îpek Er de bi polîtîkaya xwe ya bêcezakirinê dixwazin peyamê bidin Kurd û jinan. Lê dirûşma jinên Kurd a 'Jin jiyan azadî' li cîhanê belav bû û desthilatdarî paşve çû. Di 15’ê Gulanê de em ê azadiya gelê Kurd, azadiya gelên Tirkiyeyê bînin. Ji ber vê yekê em bi Partiya Çep a Kesk re hatin cem hev.    Ev 2 sal in em ji Abdullah Ocalan agahî nagirin, ev nayê qebûlkirin. Partiya Çep a Keskan dê vê pirsgirêkê li Meclîsê çareser bike. Em ê ji bo vê jî werin. Gelê me li hemberî hemû polîtîkayên qirêj bersiva xwe da. Serkeftin û serkeftin ya me ye.”