Namzetên Partiya Çep a Keskê yên Xarpêtê: Em ê bi hev re bi ser kevin 2023-04-17 19:59:46     XARPÊT - Partiya Çep a Kesk, li Xarpêtê namzetên xwe yên parlementeriyê da nasandin.    Partiya Çep a Kesk, ji navçeya Dep, Palû, Qovançiyan, Miyaran û Xulaman bi awayekî karwanî bi rê ket û namzetên parlementeriyê yên bajêr Savaş Erdogan, Nûrşat Yeşîl, Hadî Konar û Sûltan Yarayê da nasandin. Namzetên bajêr rastî eleqeyeke mezin hatin. Piştî gera bi awayê karwanî, namzetên parlementeriyê û gel govend gerandin.    Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk ê Xarpêtê Îmam Demîrtaş got: "Em, ji bo ku wesayeta 22 salan didome ji holê rakin û bi awayekî xurt dengê xwe li meclisê bilind bikin, em li vir in. Em ketine sedsala 22'yan. Em ê tevî gelê xwe di vê hilbijartina dîrokî de têbikoşin. Em bi hev re bi ser kevin û bi hev re biguherînin."    Namzetên parlementeriyê yên Xarpêtê jî destnîşan kirin ku ew xwediyên rasteqîn ên vî bajarî ne û gotin ku ji bo dengê Xarpêtê ragihînin ew her çar namzet biçin meclisê û ew bihêvî ne ku di vê hilbijartinê de Xarpêt dê suprîzeke mezin bike.