Siyasetmedarên girtî: Partiya Çep a Kesk rêya azadî û demokrasiyê ye 2023-04-17 16:08:19     ENQERE - Siyasetmedarên girtî Ayla Akat Ata û Sebahat Tuncel jî derbarê hilbijartina 14'ê Gulanê de peyamek şandin û gotin: "Em bi Partiya Çep a Kesk re rêya demokrasî û azadiyê ava dikin."   Aktîvîsta Tevgera Jinen Azad (TJA) Ayla Akat Ata û siyasetmedara Kurd Sebahat Tuncel ên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê ya Enqereyê tên girtin, têkildarî hilbijartinên 14’ê Gulanê peyamek ji hilbijêran re şandin.   Peyama Ayla wiha ye: "Sindoq li benda me ye. Ji hilbijartinên 14'ê Gulanê re demek kurt maye ku em ê doza xwe ya guhertin û veguhertinê mezin bikin û li ser sindoqan ragihînin. Em ê ji bo jiyanek wekhev, azad, nîzamek adil û demokratîk dengê xwe bikar bînin û em ferqa vê nirxê de nin. Em bawer dikin û dizanin ku dem hatiye. Ez ê yek bi yek bijmêrim. Em ê bi dengê xwe nerazîbûnên xwe ya li hemberî xirabûnê bînin ziman. Helbet xema me ya li ser ewlekariya hilbijartin û sindoqan ne bêbingeh e. Çi ji destê me bê em ê bikin. Em bi Partiya Çep a Kesk re navnîşana hêviyê ne.   Peyama Sebatê jî wiha ye: “Marê ku çermê xwe neguherîne bi tunebûnê re rû bi rû ye, hiş û hêzên ku nikarin xwe biguherînin jî binkêtinê re rû bi rû ne. Hilbijartinên 14’ê Gulanê wê li Tirkiyeyê ji bo jiyaneke demokratîk, azadîxwaz, dadmend û aştiyane bibe destpêkek bihêz û ev roj jî dê bibe rojek ku îradeya gel ber bi guhertinê ve bibe. Em bang dikin û dibêjin 'Edî bes e', di 14'ê Gulanê de biçin ser sindoqan û dengên xwe biparêzin. Em bi Partiya Çep a Kesk re rêya demokrasî û azadiyê ava dikin."