Bi dirûşma 'Qaqizman ya me ye' piştgirî dan Çep a Kesk 2023-04-17 15:48:54     QERS - Namzedên parlamenteriyê yên Partiya Çep a Kesk ku li navçeya Qaqizmanê ni coş hatin pêşwzîkriin bi dirûşam "Qaqizman ya me ye" piştgirî ji wan re hat dayîn.   Partiya Çep a Kesk ku xebatên xwe yên ji bo hilbijartinê bê navber didomîne, li navçeya Qaqizman a Qersê buroya hilbijartinê vekir.  Partiy ku bi bi konvoyekê ket navçeyê ji aliyê şêniyên navçeyê ve bi girseyî hat pêşwazîkirin. Heyeta ku namzedên parlamenteriyê Gulîstan Kiliç Koçyîgît û Sertaç Çelîkkalelî di nav de bûn bi dirûşmên, "Jin jiyan azadî", "Bijî berxwedana zindanan" û "Qaqizman ya me ye" hat pêşwazîkirin.   Dê gel ji Îqtîdarê hesap bipirse   Gulîstan Kiliç Koçyîgît axivî.ç Gulîstanê di serî de girse silav kir û got, "Wê îqtîdara AKP'ê ya 22 salan di 15'ê Gulanê de bi dawî bibe. Wê gelê Qersê hesap ji îqtîdarê bipirse û em ê bi Partiya Çep a Kesk dawî li xizanî, neheqiyê bînin. Em ê bi gelê xwe re deawî li vê pergalê bînin û em heqê xwe helal nakin. Em ê di 15'ê Gulanê de govenda serkeftinê bigerînin."   'Qeyûm îstifa bike'   Dema ku Hevşaredara Qersê ya li şûna wê qeyûm hat tayînkirin Şevîn Alaca axivî gel dirû, "Qeyûm Îstîfa" berz kir. Piştî vekirina buroyê gelê govend gerand û namzedan jî serdana esnafan kir.