Partiya Çep a Kesk li Sêwregê ye: Wê kurd bi îktidarê bide windakirin 2023-04-17 15:00:20       RIHA - Partiya Çep a Kesk di çarçoveya tûrên hilbijartinê de li Sêwregê buroya hilbijartinê vekir. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan li vir axivî. Pervînê got:"Em ê bi we bidin windakirin. Em di 14'ê Gulanê de bibînin ku wê kurd bi we bide windakirin."   Partiya Çep a Kesk tûra xwe ya hilbijartinê li Sêwrega Rihayê dewam kir. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, Hevseroka Giştî ya SYKP'ê Canan Yuce, namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çep a Kesk, TJA, Dayikên Aştiyê li Sêwregê tevlî vekirina buroya hilbijartinê bûn.    Di vekirinê de di destpêkê de Hevseroka Giştî ya SYKP'ê Canan Yuce got:"AKP felaketa herî mezin e ku hatiye serê vî gelî. Em her roj dibînin. Me herî dawî di karesata erdhejê de dît. Em ê di 14'ê Gulanê de bersiva xwe bidin. Em ê derî bi derî xebatên xwe bidomînin."   Pervîn Bûldan jî anî ziman ku di 14'ê Gulanê de wê hilbijartinek bê kirin ku çarenûsa welêt biguherîne û got, "Hilbijartina hem parlamentê hem jî ya serokkomariyê ye. Ji bo guherîn û veguherînê, ji bo destpêkeke nû, ji bo siberoja vî welatî wê hilbijartin were kirin. Jin û ciwan, mirovên têne înkarkirin ji bo guhertina vî welatî wê careke din dengê xwe bidin. Hilbijartin wê di navbera demokrasî û faşîzmê, aştî û şer, edalet û neheqiyê de bê kirin. 21 sal in vî welatî birêve dibin. 21 sal in li vî welatî her cure neheqî kirin. Girtîgeh bi siyasetmedaran dagirtî ne, bi aştîxwaz û akademîsyenan dagirtî ne. Girtîgeh bi hevşaredarên me hatine dagirtin. Em ê di 14'ê Gulanê de hesabê van hemûyan bipirsin.   Pervînê wiha domand:   "Li vî welatî têkoşînek ji bo edalet, azadî û demokrasiyê heye. Rihayê jî malovanî ji vê têkoşîna edaletê ya dîrokî re kir. Qîrîna edaletê ya dayika me Emîne Şenyaşar ne tenê li Tirkiyeyê li tevahiya cîhanê hate bihîstin. Ji bo ev dengê edaletê hîn bêhtir bê bihîstin, em hemû li gel dayika xwe Emîne bûn, em ê li gel bin. Xelkê me yê Rihayê, xelkê me yê Sêwregê wê xwedî li dayika me Emîne derkeve, wê tercîha xwe di navbera dayika Emîne û Wezîrê Edaletê de bike.   Em zanin ku ew dijminê edaletê ne, dijminê hiqûqê ne, dijminê Kurdan e. Em zanin ku ew dijminê aştî û demokrasiyê ne. Bi înkarkirina Kurdan, bi qedexekirina ziman 21 sal in hewl didin bi heman mejî welêt bi rê ve bibin. Erdogan careke din li mîtîngan dijminatiyê li Kurdan, li zimanê Kurdan, li dîroka Kurdan dike. Dibêje 'Hûn çiqasî Kurd bin, em jî ewqasî Tirk in'. Em ji vir dibêjin, 'Belê em Kurd in û bi Kurdbûna xwe jî serbilind in. Em Kurd in, Kurmanc in, em Kurd in Zaza ne, em Kurd in. Em li Tirkiyeyê Kurd in, li Iraqê, li Rojava, li her devera cîhanê Kurd in û bi nasnameya xwe serbilind in. Em ê di dengdanê de nîşan bidin ku Kurd wê bi we bidin windakirin. Di 14'ê Gulanê de em ê nîşan bidin."   Pervîn anî ziman ku di hilbijartinên parlamentê de ji bilî Partiya Çep her denga bê dayin wê bi kêrî AKP'ê bê û got, "Her dengê ku ji partiyên din re bê dayin wê bi kêrî AKP'ê bê. Em ji we dixwazin ku bi taybetî bi biryar û bi îrade dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk. Em dixwazin ku hûn ji Rihayê herî kêm 8 wekîlan ji Partiya Çepên Kesk bişînin parlamentê."