Xwebûn bi manşeta 'Wê bibe dengê mezlûman" gihişt ber destê xwînerên xwe 2023-04-17 11:13:34     NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameya heftane ya bi kurdî Xwebûn vê heftê bi manşeta “Wê bibe dengê mezlûman" gihişt ber destê xwînerên xwe.    Hejmara 174’emîn a Rojnameya Xwebûnê ku heftane weşanê dike vê heftê bi manşeta “Wê bibe degnê mezlûman” derket. Manşet bi hevpeyvîna ku bi namzetê Partiya Çepa Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar re hatiye kirin re hatiye amadekirin.    Di rûpelên 2'yan de nivîsa Xecê Rêdûr a bi sernavê "Zarok kî ne ?" li ser mafê zarokan, Încî Egîd jî bi ser navê "Malan bar kir koç bi rê ket" li ser koçberiyê nivîsand. Di rûpela 3’yan de jî nivîsa Nalîn Aslan a bi ser navê "Astengiya li ber bihara azadiyê" li ser girtîgehê nivîsandî di rûpelê de cih girt.  Her wiha di rûpelê jinê de ser xebatên jinan ên hilbijartinê de nûçeanalîzek hatiye amadekirin.    Di rûpela rojnameyê de me ya çandê de jî derbarê strana rapê “Em Hatim” ya Partiya Çep a Kesk de bi rapbêj Reqso re nûçeyek hatiye çêkirin. Nivîskarên rojnameyê vê heftê bi nivîsên xwe bal kişandin ser hilbijartinê. Her wiha di rûpela kirmanckî ya  Xwebûnê de jî li ser dîroka partiyên kurd nûçeanalîzek hatiye amadekirin. Di heman rûpelê de jî nivîsa Gulçîn Adar a bi ser navê "Wisarê şaran nizd o" cih girtiye.