Nobeda Edaletê: Em ê demokrasiyê bi hev re bînin 2023-04-16 17:37:10     RIHA - Nobeda Edaletê ya Emîne û Ferît Şenyaşar di roja  755’emîn de ye “ Em ê di 14'ê  Gulanê de edalet û demokrasiyê bi hev re bînin."   Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar di 9’ê Adara 2021’ê de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja 755’emîn de berdewam dike. Ji ber ku di dawiya hefteyê ye û edliye girtî ye, malbatê li mala xwe ya Pirsûsê nobed berdewam kir. Malbatê li ser hesabê xwe yê Twitterê ev peyam belav kir: “Heta ku edalet tune be wê ne mimkûn be ku li tu qadê başbûn çêbe. Wê di serdema nû de gelek kar bikeve ser milê dozger û dadgeran. Têkoşîna me ya heq û edaletê di roja 754’emîn de li Rihayê bi piştevaniyê didome.”    Dê kujer hesap bidin   Malbatê li ser hesabê xwe yê medya dijîtal ev peyam da û got, "Îqtîdarek ku qanûnên xwe binpê dke heye. Em ê di 14'ê  Gulanê de bi hev re edalet û demokrasiyê bînin vî welatî."