Li gelek bajaran xebatên hilbijartinê 2023-04-16 17:05:48     HABER MERKEZİ - Partiya Çep a Kesk li gelek navenda xebatên hilbijartinê pêk anîn.    Xebatên hilbijartinê yên Partiya Çep a Kesk ên li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê bênavber didomin.  Endamên partiyê yên ku bi daxwaza ku bibin hêviya ciwan, jin û xizanan xebatên xwe didomînin, li bajaran bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin.    Amed    Rêxistina Partiya Çep a Kesk a Amedê û namzetên parlamenteriyê bi hev re li gundê Palûkê yê Sûra Amedê bûroya hilbijartinê vekirin. Namzetên parlamenteriyê, Hevberdevkên Partiya Çep a Kesk a Amedê, û gelek welatî tevli vekirina bûroya hilbijartinê bûn. Şande, bi dahol û zirne û çepikan hate pêşwazîkirin.   Hevserokê DBP’a Amedê Hayrettîn Altûn di vekirina bûroyê de axivî û wiha got: “Nifteya demokrasiyê ya welêt, di destê gelê kurd de ye. Ev nifteye dê di heman demê de gelê Tirkiyeyê jî rizgar bike. Lewma divê em mal bi mal bigerin û xwe bigihînin gelê xwe. Tenê yek deng jî pir bi qîmet e.”    Namzeta parlamenteriyê Adalet Kaya jî got ku hilbijartinên pêş ji bo gelê kurd pir krîtîk in û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Weke jin û ciwanan em dixwazin vê pergala zordest têk bibin. Di hilbijartinan de em xwedî îdiayên mezinin. Em ê şaredariyên xwe yên qeyûm lê hatine tayînkirin dîsa li gelê xwe vegerînin, siyasetmedarên girtî bidin berdan û dawî li vê pergala rantxwir bînin. Em ê van îdiayan jî bi Rêya 3’yemîn pêk bînin.”    Ji namzetan parlamenteriyê Azad Bariş jî wiha got, " An em ê rêyekê bibînin, an jî dê rêyekê vekin. Em ê alaya vê têkoşînê hilgirin. Em ê alaya têkoşînê ya Amedê bibin Enqereyê, dawî li vê pergala zordest bînin û welatê xwe mîna bihûştê bikin.”    Gêl   Partiya Çep a Kesk di çarçoveya xebatên hilbijartinê de bi şêniyên gundê Saricek ê Gêl a Amedê re hate ba hev. Namzetên parlamenteriyê yên Amedê Ceylan Akçe, Sorgul Aytek, Serhat Eren, Mehmet Kamaç û Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk a Amedê Abbas Şahîn, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê Hasîbe Yazdik jî di nav şandeyê bûn. Şande, bi coşeke mezin hate pêşwazîkirin. Dema şande ber bi gund ve diçû, welatiyên li ser rê di nava bax û baxçeyên xwe de jî eleqeyeke mezin nîşan dan, nîşaneyên serkeftinê kirin û dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kirin. Her wiha di dema danasîna namzetên jin de welatiyan dirûşma “Jin, jiyan, azadî” berz kirin.    Ji namzetên parlamenteriyê Serhat Eren got ku dê di hilbijartinê de pergala zordest têk bibin û wiha got: “Heke em vê pergalê ne hilweşînin, dê zilm û zoriya li ser girtîgehan bidome. Ev hilbijartin dê bibe xelasiya ji vê pergala zordest.”    Piştî axaftinan, bûroya hilbijartinê bi dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî Serok Apo” hate vekirin.    Dîlok    Partiya Çep a Kesk li Taxa Hacibaba ya navçeya Şehîtkamîl a Dîlokê bi tevlibûna namzetan çû serdana esnafan û belavok belav kir. Eleqeyeke mezin a xelkê Dîlokê bo namzetan hebû û xelkê bajar ji ber krîza aborî nerazîbûnên xwe nîşan dan. Welatiyan got ku dê AKP’ê di vê hilbijartinê de têk bibin.    Ciwan li kolanan e   Li gel xebatên hilbijartinê yên namzetên parlamenteriyê, her wiha Meclisa Ciwanan a Partiya Çep a Kesk a Dîlokê jî li navçeya Şahînbeyê belavok belav kirin. Di dema belavkirina belovakan de ciwanan erbane lê xistin, stranên kurdî gotin û gelek caran dirûşmên “Ciwan li vir in, li ser pêya ne”, “Dê Çepên Kesk were îktîdar têk biçe” û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin. Şêniyên taxê jî bi çepikan piştgirî dan ciwanan.    Partiya Çep a Kesk dê xebatên xwe yên hilbijartinê yên li Dîlokê, îro bi vekirina bûroya hilbijartinê ya taxên Hacibaba û Karayilan bidomîne.  Stenbol   Partiya Çep a Kesk, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Taxa Yukari ya navçeya Kartal a Stenbolê bûroya hilbijartinê ya jinan vekir. Namzetên parlamenteriyê yên jin ên herêma 1’emîn, aktîvîstên TJA’yê, parlamenterên HDP’ê, rêveberên HDP’ê, dayikên tev li Nobeta Edaletê bûn û gelek jin tev li vekirina bûroyê bûn.    Di vekirina bûroyê de ji ewil Hevseroka HDP’a Kartalê Aygul Sîncar axivî û wiha got: “Bi sala ye nasname, çand, ked û vîna jinan tune hate hesibandin. Em ê zîhniyeta ku mudaxeleyî fikr û sekna me dikin biavêjin sergoyê.”    Piştre jî Hevberdevka Platforma Piştevaniya Sosyalîst (SODAP) û namzeta parlamenteriyê Kezban Konukçu axivî û ev tişt anî ziman: “Em ji bo guherandinê tênn. Em hêza xwe ji gelê kurd, ji kedkaran, ji jinan û ciwanan digirin û em ê biguherînin. Em, ji bo serkeftinê tên. Armanca me ew e ku herî kêm 100 parlamenteran derxînin. Em ê têkoşîna jin, kedkar û civakê veguhêzin meclisê û bibin dengê we. Em ê dîwarên di navbera meclis û kolanan de rakin û vî welatî bi hev re birêve bibin.”    Namzeta parlamenteriyê Pervîn Tunbul jî bal kişand ser 14’ê Gulanê û wiha derbirî: “Me soz da Dayika Taybet, Ceylan û Berkîn Elvan ku dê rê nedin zilmê.”    Piştî axaftinan jî ji dayikên Nobeta Edaletê digirin Fînce Akman û namzeta parlamenteriyê Kezban Konukçu Kok di nava çepik û tililiyên jinan de bûroya hilbijartinê vekir.    Edene    Rêxistina Partiya Çep a Kesk tevî namzetên parlamenteriyê li Taxa Denîzlî ya navçeya Seyhan a Edeneyê bûroya hilbijartinê vekir. Beriya vekirina bûroyê, girseya ku li ser Cadeya Mîthatpaşayê kom bû şande bi çepik, tililî û dirûşmên “Bijî Serok Apo", "Jin, Jiyan, Azadî", "Li dijî faşîzmê mil bidin milê hev” û “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” pêşwazî kir.    Piştî axaftinan jî Dayikên Aştiyê bûroya hilbijartinê vekir.    Antalya    Nûnertiya Partiya Çep a Kesk a Muratpaşayê li avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Antalyayê bi gel re civîn li dar xist. Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk û gelek welatî tev li civînê bûn. Hevserokê HDP’a Muratpaşayê Hamît Çelîk têkildarî ewlehiya sindoqan gel agahdar kir.    Mersîn    Endam û rêveberên Şaxa Komeleya Colemêrgiyan a Mêrsînê çû serdana Rêxistina Partiya Çep a Kesk a Mêrsînê. Di serdanê de Hevserokê Giştî ya SYKP’ê Canan Yuce axivî û got ku Tirkiye hem ji hêla siyasî ve hem jî ji hêla civakî û aborî ve di bin kavileke mezin de ye. Yuce, got ku dê li dijî yekperestiya îktîdarê bêhtir hev bigirin û dê bi hev re bijîn.    Hevserokê HDP’a Mêrsînê Hoşyar Sariyildiz jî got ku bi serdana komeleyê gelek keyfxweş bûne û bal kişand ser girîngiya hilbijartinê.  Namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çep a Kesk a Mêrsînê Esra Erguzeloglû jî got ku ji bo pêvajoya hilbijartinê bi awayekî herî baş temam bikin dê bi şev û roj bixebitin.    Namzetê parlamenteriyê Mûstafa Turk jî xêrhatina mêvanan kir û keyfxweşiya xwe anî ziman. Ji namzetan Alî Bozan jî got ku ew amade ne ku pirsgirêkên Mêrsîn û Tirkiyeyê çareser bikin û dê nûnertiya xwe ya li Mêrsînê ji sedî sed zêdetir bikin.    Xarpêt    Rêxistina Partiya Çep a Kesk a Xarpêtê têkildarî ewlehiya hilbijartinê li Buroya Hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk civîna agahdarkirinê li dar xist. Di civîna ku bi tevlibûna namzetên parlamenteriyê yên Xarpêtê hate lidarxistin de endamê Komîsyona Karên Hilbijartinê yên Meclisê yê HDP’ê Mustafa Akengîn, di mijara ewlehiya hilbijartinê de beşdarvan agahdar kir.    Mustafa da zanîn ku girînge peywîrdar li ser sindoqên ku lê peywîrdar in veneqetin û bi dawîbûna deng avêtinê divê teqez girtekên bi îmze bên wergirtin.Mustafa bal kişand girîngiya ku muşahît zû biçin cihên lê peywîrdar û xwest ku derbarê bêûsuliyên dema deng avêtin û pişt re qewimin girtek bên girtin.    Konya   Partiya Çep a Kesk li navçeya Karatayê buroya hilbijartinê ya Saraçoglûyê vekir. Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Konyayê Mulla Şîmşek û şandeya pê re ji aliyê rêveberên HDP’ê yên navend û navçeyê ve hatin pêşwazîkirin.    Mulla vekirina buroyê de axivî, bi bîr xist ku beriya niha li Bajaroka Golyazi ya navçeya Cîhanbeyliyê 2 serdeman şaredarî kir û wiha got: “Divê em xwedî li xwe derkevin. Dema em bûn yek em dikarin biserbikevin. Dostên me hevalên me bedel didin û em nikarin tiştekî bikin. Rêya guhertina vê pêkanîna nûnertiyê ye. Hemû dengan bi yek dengî bi awayekî xurt bidin ragihandin. Ji ber vê yekê girîng e ku em li Konyayê wekîlekê derxînin. Ez bawer dikim ku vê carê dê çêbibe. Em ê vê carê li Anatoliya Navîn li Konyayê serbikevin.”   Parlamentera HDP’ê Fîlîz Kerestecîoglû jî bal kişand ser doza girtinê ya HDP’ê û wiha got: “Tişteke ku qet bi serê me nehatiye ev? Tirkiye şerma demokrasiyê ye û vê şermê didomîne. Hêj jî li benda girtina partiyê ne. Hûn bigirin dê çi bibe. Dê bibe ‘Çep a Kesk’ , ‘Rêya Kesk’. Em ê di rêya 3’yemîn de mil bi mil bi berxwedanê pêş bikevin.”   Wan   Partiya Çep a Kesk li navçeya Tûşba ya Wanê li Taxa Abdûrrahman Gazî buroya hilbijartinê vekir. Hevserokên HDP’ê yên Wanê, namzetên parlamenteriye yên Partiya Çepên Kesk, endamên partiyê û bi sedan kes beşdarî vekirina buroyê bûn.    Hevseroka HDP’a Wanê Handan Karakoyûn a di vekirina buroyê de axivî, anî ziman ku pergala qesrê ya vîna gel nas nake û qeyûmên wan dê di 14’ê Gulanê de bişînin.    Piştî axaftinên ku namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çep Kesk kirin, Dayikên Aştiyê buro vekirin. Piştî vekirina buroyê welatiyan govend gerand.