Li Sêrtê hevdîtina gel: Gel aştî û demokrasiyê dixwaze 2023-04-16 16:54:10   SÊRT - Partiya Çep a Kesk li navenda Sêrtê hevdîtina gel pêk anî.   Partiya Pêşerojê ya Çep a Kesk (Partiya Çep a Kesk) gera Botanê ya  hilbijartinê ya li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê berdewam dikE. Rawestgeha şandeyê îro Sêrtê ye. Şandeya ku tê de Hevseroka Giştî ya Partiya Heremên Demokratîk(DBP) Salîha Aydenîz, Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk Îbrahîm Akin, Hevserokê Partiya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Kedê (EHP) Hakan Ozturk cih digirin li navenda Sêrtê li ber bûroya xwe ya hilbijartinê bi gel re hevdîtin pêk anîn.   Şandeyê ewil serdana esnafan kir û piştre li ber bûroya hilbijartinê ya navenda Sêrtê bi gel re civiya.   ‘Kurd tecrîdê qebûl nakin’   Di bernameyê de Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk axivî û destnîşan kir ku Gelê Kurd aştî û demokrasiyê dixwaze û got: “Dewleta tirk bi salan e tunekirina gelê kurd armamc dike. Lê em dibînin ku bi ser neketine. Ji ber ku ev hişmendî û desthîlatdar xwr bi yekperestî, nîjsdperestî û netewpetestiyê rêve dibin. Gelê kurd li dijî van demokrasî û wekhêviyê dixwaze. Em ne yekperestî ne jî nîjadperestîyê dixwazin. Mînaka wê ya herî berbiçav jî tecrîda li dijî birêz Ocalan e. Em tecrîdê qebûl nakin. Bi girankirina tecrîdê ne jî bi şerê li dijî kurdan encam nayê girtin. Encama serketina gelan a li dijî vê di 14’ê gulanê de ye. Bila her deng bibe dengekî li dijî peymana Lozanê, li dijî polîtîkayên şer, her dengekê li dijî polîtîkayên çokdanînê ye.”   Herî dawî jî Hevberdevkê Giştî yê Partiya Çep a Kesk Îbrahîm Akin axivî û got: “Heta ku Tirkiyê bi rejîma yekmêrî were birêvebirin tu pirsgirêk nayê çareserkirin. Lê hendik maye. Wê di 14’ê Gulanê de ev desthîlatdariya faşîzmê têk biçe û biharek were vî welatî.”   Bername digel stranên kurdî bi govend girtinê bi dawî bû.