Li Kerboranê bi kelecanek mezin buroya hilbijartinê hat vekirin 2023-04-16 16:28:22     MÊRDÎN - Li taxa Bahçebaşi ya Kerboranê bi coş û kelecanek mezin bûroya hilbijartinê hat vekirin.   Partiya Pêşerojê ya Çep a Kesk (Partiya Çep a Kesk) di çarçoveya hilbijartinên 14’ê Gulanê de li taxa Bahçebaşi ya navçeya Kerboran a Mêrdînê bi coş û kelecanek mezin bûroya hilbijartinê vekir. Namzetê Partiya Çep a Kesk George Aslan, Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrdînê Bêrîvan Bahçecî û şandeya pê re di têketina navçeya Kerboranê de bi girseyî ji aliyê rêvebirên partiyê û welatiyan ve hatin pêşwazîkirin. Girse bi konvoyê ber bi navçeyê ve çû û li navçeyê bi konvoyê geriya. Di dema gerê de welatiyên derdorê û zarok bi coşek mezin bi nîşaneya serkeftinê û tililiyan konvoy pêşwazî kirin. Şande piştre derbasî ber bûroya hilbijartinê bû û li vir jî ji aliyê welatiyan ve bi alên Partiya Çep a Kesk û dirûşmeya “Jin jiyan azadî” hatin pêşwazîkirin. Beriya gerandina govendê axaftin hatin kirin.      ‘Em ê bersivê li ser sindoqan bidin’   Heveroka HDP’ê ya Kerboranê Yuksel Oguz, anî ziman ku ji bo vekirina buroya hilbijartinê amadekariyên ku bi rojan in dikirin polîsan  xwestiye bên astengkirin û got ligel hemû astengiyan ew buroya xwe vedikin. Yuksel, bi lêv kir ku li hember van zext û zordariyan ew ê li ser sindoqae bersivê bidin."   ‘Du rê li pêşiya me hene’   Piştre namzet George Aslan axivî. George jî destnîşan kir ku di 14’ê Gulanê de du rêyên wek rêyên reş û ronahî li pêşiya wan heye û axivî: “Rêya reş ew e ku ji 21 salî de ye me ji tundiyê wêdetir tiştek nedîtiye. Ji ber vê yekê jî bila gelê me dema ku diçe ser sindoqan dengê xwe bikar tîne bila van hemûyan jî baş bînin bîra xwe. Rêya ronahiyê jî çend partiyên ku me bi hevre tifaqê çêkiriye ye. Ji ber vê jî ev rê ji bo me rêya ronahî û demokrasiyê ye. îro ji 7 salî heta 70’ê salî hemû kes li ser piyan e û rêxistinkirînî ne. Lewma jî em ê di 6’ê Gulanê de 6-0 derbixin.”   Piştî axaftinan qurdeleya buroya hilbijartinê ji aliyê dayîkan ve hat birîn. Bername bi coşek mezin bi gerandina govendê bi dawî bû.