‘Em ê hemû parlamenterên xwe yên jin bişînin meclîsê’ 2023-04-16 09:05:15     WAN - Lİ Wanê welatî eleqeyek mezin nîşanî bernameyên Partiya Çep a Kesk didin û diyar kirin ku wê hemû parlamenterên jin bişînin meclîsê û ji bo xebatan banga seferberiyê kirin.   Ji hilbijartinên 14’ê Gulanê re demek nêz ma û Partiya Çep a Kesk xebatên xwe li her derê bê navber dimeşîne. Li dijî zextên deshtilatdariyê jin xwe amade dikin ku di 14’ê Gulanê de dîrokê binivîsin.   Li Wanê 4 jin   Ji 200’î zêdetir namzetên Partiya Çep a Kesk jin in. Li Wanê 8 namzet hene û di rêza yekem de hevseroka giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan heye. Di rêza 3’emîn de hevşaredara Artemîtê ku mazbataya wê nehatt dayîn Gulcan Kaçmaz Sagyîgît di rêza 5’an de Endama Meclîsa Partiya DBP’ê Gulderen Varli û di rêza 7’an de jî Havîn Kiye heye. Bi tevahî 4 namzetên jin  yên Wanê hene.    Duh bi tevlibûna Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar li Kolana Cumhuriyetê li nêzî Beşyolu buroya hilbijartinê ya jinan hat vekirin. Jinan eleqeyek mezin nîşan da.   ‘Jin pêşengiyê dikin’   Şahdiye Tamur da zanîn ku yekane daxwaza wan di vê hilbijartinê de bi ser bikevin û got serkeftin ya wan e. Şadiyeyê her wiha balkişand ser aştî, demokrasî û azadiyê û got ew bi hêvî ne wê bi ser kevin.   ‘Dengê xwe bidin xwe’   Jina bi navê Safiye Tamur jî axivî û daxuyakirin ku divê jin zêdetir tevli xebatên hilbijartinê bibin û wiha dirêjî dayê: “Heta ji destê me bê em ê xebatan mezin bikin. Em ê kolan bi kolan bigerin xebatan bimeşînin. Banga me ji bo Kurdane. Dengên xwe bidin xwe.”   ‘Em ê di 14’ê Gulanê de zextan rakin’   Asiye Bartu jî wiha got: “Em dixwazin partiya me serkeftinek mezin bi dest bixe. Em ê teqez  biserkevin. Li ser Kurdan zextek mezin heye. Em ê di 14’ê Gulanê de zextan rakin. Bila jin rabin ser piyan. Dengê xwe bilind bikin.”   Gule Donmez jî destnîşan kir ku ew ê bi coşek mezin her çar namzetên xwe yên jin bişînin meclîsê.   ‘Nikarin Kurdan tune bikin’   Jina bi navê Perînaz Bîlen wiha vegot: “Em ê 8 namzetên xwe jî bişînin meclîsê. Em ziman û nasnameya xwe dixwazin. Em ê bi hev re biserkevin.”   Hamdiye Çîtçî jî daxuyakirin ku ew jî di xebatên jinan yên Partiya Çep a  Kesk de cih digire û got ew ji aliyê gel  ve bi eleqeyek mezin tên pêşwazîkirin.   Îrem Çevîk jî diyar kir ku divê hemû Kurd denga xwe bidin xwe û tu carê hestiyên bodrumên Cizîrê ji bîr nekin û dengê xwe nedin AKP’ê.   Hîlal Borak jî wiha vegot: “Ji bo azadiya xwe ji bo axa xwe ji bo ziman, girtiyên xwe û li dijî zilmê  dengên xwe bidin Partiya Çep a Kesk.   Hava Ataş jî bal kişand ser hilbijartinan û got wê hemû namzetên jin bişînin meclîsê û bi ser bikevin.