Namzetên Partiya Çep a Kesk ên Rihayê çûn serdana esnafan 2023-04-15 22:24:06   RIHA- Namzetên parlamenteriyê ya Partiya Çep a Kesk li Riha û navçeyê wê çûn serdana gel.   Rêxistina Partiya Çep a Kesk a Rihayê, namzetên wê li Bîrecik, Curnê Reş, Wêranşar,Serêkaniyê û Eyyubiye çûn serdana esnafan. Namzetan ji aliyê gel ve eleqeyek mezin dîtin. Namzetan diyar kirin ku wê 14’ê Gulanê de desthilatdariyê biguherin.    Namzetan her wiha di serdanên xwe de bang li gelê Kurd kirin ku dengên xwe bidin Partiya Çep a Kesk û gotin 15’ê Gulanê de bi destpêkek nû şiyar bibin.