Der barê Umît Ozdag de serlêdana sûc 2023-04-15 21:49:27   NAVENDA NÛÇEYAN – Baroya Amedê,der barê Serokê Giştî yê Partiya Zaferê Umît Ozdag de gilî kir. Umît Ozdag, ji hilbijêrên HDP û Partiya Çepên Kesk re gotibû "kujer".    Baroya Amedê, der barê Serokê Giştî yê Partiya Zaferê Umît Ozdag  de gilî kir. Umît Ozdag di dema xebatên hilbijartinê de ji hilbijêrên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çepên Kesk re gotibû "kujer" û "ji çiyê daketine".     Baroya Amedê jî di çaçroveya sûcê "biçûkxistina gel" li Serdozgeriya Komarê ya Amedê der barê Umît Ozdag gilî kir.