‘Em ê desthilatdariyê bi dirûşma ‘jin jiyan azadî’ bişînin’ 2023-04-15 21:32:34   STENBOL-  Partiya Çep a Kesk li Kartal a Stenbolê buro vekir. Namzet Pervîn Tunbul di vekirinê de axivî û diyar kir ku wê bi dirûşma ‘jin jiyan azadî’ desthilatdariyê bişînin.   Partiya Çep a Kesk li Kartal a Stenbolê li taxa Hurriyet buroya hilbijartinê vekir.  Namzetên Partiya Çep a Kesk di têketina navçeyê de  bi konvoyê hatin pêşwazîkirin.    Namzet Pervîn Tunbul jin û ciwan bi Kurdî silav kir û got wê di 14’ê Gulanê de desthilatdariyê bişînin.   Hevberdevkê Kongreya Civaka Demokratîk (HDK) û namzet Cengîz Çîçek jî axivî û destnîşan kir ku wê berxwedana li dijî desthilatdariyê bilind bikin û wê 14’ê Gulanê de vê pergalê çalê sindoqan bikin.    Vekirina buroyê bi govend û çepikan bidawî bû.