Salîha Aydenîz: Kurd ji bo 14’ê Gulanê amede ne 2023-04-15 20:10:50   ŞIRNEX - Partiya Çep a Kesk li Şirnexê bûroya xwe ya hilbijartinê bi coşekê mezin hat vekirin. Di bernameyê de Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz axivî û destnîşan kir ku gelê Kurdistanê li ser piyan e û ji 14’ê Gulanê re amade ne.    Partiya Pêşerojê ya Çep a Kesk (Partiya Çep a Kesk) gera Botanê ya tûra hilbijartinê ya li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê de berdewam dikin.  Partiya Çep a Kesk, li taxa Cumhuriyetê ya Şirnexê buroya xwe ya hilbijartinê vekir. Bername bi beşdariya Hevseroka Giştî ya Partiya Heremên Demokratîk(DBP) Salîha Aydenîz, Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk Îbrahîm Akin, Hevserokê Partiya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Kedê (EHP) Hakan Ozturk û namzetên Partiya Çep a Kesk pêk hat.   Bername bi gerandina govendê destpê kir. Girsey bê navber “Em ê bi ser bikevin”, “Jin Jiyan Azadî”, “Bijî berxwexana zindanan” û “Bijî Serok Apo” berz kirin.    ‘Gelê Kurdîstanê li ser piyan e’   Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz axivî û destnîşan kir ku Gelê Botanê tu carî paş gav de neavêtiye û îro jî neavêjin. Salîhayê wiha dirêjî dayê: “Gelê Botanê tim li ser piyan e û berxwedana xwe dimeşîne. Gelê botanê baş dizane ku li hemberê zilmê çawa li her xwe bidin û ev berxwedan ji hemû Kurdistanê re mînak e. Ji ber vê yekê zilm û zordestiya xwe ya li ser gelê Botanê zêde dikin. Lê gelê botanê li dijî van zilmê tim bersîvên xwe dane. Ev desthîlatdar bila qadan bibîne ku gel çawa li tax û kolanan tijî dikin. Li bajarên kurdan de hemû gel li qadan de nin, Gelê Kurdîstanê li ser piyan in û ji bo hilbijartina 14’ê Gulanê amade ye.”    ‘Em ê her derê bikin kesk û çep’   Salîha, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dixwazin li ser kurdan lîstokên qirêj pêk bînin. Divê em van baş bibîbin. Loma lazime ku em yekitî û tifaqa xwe pêk bînin.  Divê ew jî demokrasiyê pêş bixîne. Em her derê bixin kesk û çep. Em ê li Şirnexê jî 4-4 derxin. Bi sekn û ciwanan xebatên xwe bimeşînin.”   Piştî axaftinan buroya hilbijartinê hat vekirin û bernane bi meşa girseyî bi dawî bû.