Dayikên Şemiyê hatin berdan 2023-04-15 18:20:05   STENBOL- Seroka ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî û dayikên aştiyê jî têde 13 kesên li qada Galatasarayê hatin binçavkirin, hatin berdan.   Dayikên Şemiyê ku her hefte çalakiya bidaxwaza windayên binçavan de hatine windakirin bên dîtin pÊk tînin di hefteya 942’an de li Qada Galatasarayê hatin gel hev. Polîsan êrîş kir û nav de Seroka Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD)  Stenbolê Gulseren Yolarî û dayikên Aştiyê jî nav de 13 kes hatin binçavkirin. Kesên birin Emniyetê piştî îfadê hatin berdan.