Eren Keskîn hat berdan 2023-04-15 15:15:34   STENBOL - Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn li ser hesabê xwe Twitterê ragihandibû ku li Stenbolê hatiye binçavkirin. Parvekirinên li ser medyaya dîjîtal wekî hincet hat nîşandan û Erenê hat binçavkirin. Piştre Erenê hat berdan.    Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihandibû ku ew li Balafirgeha Sabîha Gokçen a Stenbolê ji aliyê polîsan ve hatiye binçavkirin.    Eren Keskîn hefteya bihûrî roja şemiyê li gel Dayikên Şemiyê li Qada Galatasarayê hatibû binçavkirin û piştre hatibû berdan.    Îro jî polîsan êrişî Dayikên Şemiyê kir û 12 kes kirin binçavan.    Hat berdan   Nehat hînbûn ku Erenê ji ber kîjan parvekirinan hatiye binçavkirin. Hat ragihandin ku divê Erenê di nava pênc rojan de here dozgeriyê û îfadeya xwe bide. Erenê li balafirgehê hat berdan.