Li Sûrê buroya 3'yemîn vebû: Em ê serhildana Sûrê nedin jibîrkirin 2023-04-15 15:06:01   AMED - Partiya Çep a Kesk bi di vekirina sêyemîn a buroya hilbijartinê de peyama "Em ê serhildana Sûrê nedin jibîrkirin" da.    Partiya Çep a Kesk vekirina buroyên hilbijartinê yên li bajaran didomîne. Rêxistina partiyê ya li Amedê buroya sêyemîn vekir. Ji namzetên parlamenteriyê Ceylan Akça, Serhat Eren, Sorgul Aytek, Cengiz Çandar û gelek welatî tevlî bûn. Berî vekirinê govend hat gerandin.    ‘Em ê serhildana Sûrê nedin jibîrkirin’   Di destpêkê de Hevserokê HDP'ê yê Amedê Zeyyat Ceylan axivî û wiha got:"Em ji her metrekareya Sûrê haydar in. Em talankirina sûrê û canên hatine qetilkirin ji bîr nakin. Em ê serhildana Sûrê nedin jibîrkirin." Di wê navberê de dirûşma "Bijî berxwedana Sûrê" hat berzkirin.    'Wê hêvî neqede'   Ji namzetên parlamenteriyê ya Partiya Çep a Kesk Sorgul Aytek wiha got:"Têkoşîna Kurdistanê bi sed salan e dewam dike. Wê hêviya me tu carî bi dawî nebe. Ev partî partiya kurdan e. Em gerek tu carî dev ji sindoqan bernedin."   Namzetê din Serhat Eren da zanîn hilijbartinên 14'ê Gulanê krîtîk û dîrokî ye û wiha got:"Bi hezaran mirovên me bi awayekî bêhiqûqî rehîn tên girtin. Em ê di 14'ê Gulanê de wan azad bikin. 14'ê Gulanê roja hesabpirsîna ji kesên mal, gund û Sûr şewitandin e." Polîsan mudaxaleyî gotina "Birêz Ocalan divê rola xwe bilîze" kirin. Li dijî vê yekê dirûşmên "Bijî Serok Apo" hat bilindkirin.    Namzetê Partiya Çep a Kesk Rojnameger Cengiz Çandar diyar kir ku ew ê bêjin azadî pîroz be û got em ê ji bo meseleya kurd di 14'ê gulanê de bêjin dîsa em dîsa em.    Piştî axaftinan bi tevlîbûna Dayikên Aştiyê buro hat vekirin. Bi çepik, tilîlî, govendê buro hat vekirin û belavok li welatiyan hat belavkirin.    Gel eleqeyek mezin li Meydana Derê Çiyê nîşanî namzeta da û ew ê namzet biçe li Peyasê serdanan esnafan bike.