Kongreya 5’emîn a Rêveberiya Xweser a Şengalê dest pê kir 2023-04-15 13:23:26   NAVENDA NÛÇEYAN - Kongreya 5’emîn ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ya Şengalê bi beşdariya 450 mêhvan û delgeyan dest pê kir.   Kongreya 5’emîn a Rêveberiya Xweser a Şengalê bi dirûşma ‘’Bi Xemla Nîsanê Şengal Ava Bikin, Xweseriyê Mîsoger Bikin’’ li navçeya Sinûnê ya Şengalê dest pê kir. Kongre bi rasthatina cejna Çarşema Sor tê lidaxistin.   Nûnerên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser, nûnerên komên ol û baweriyên Şengalê, hêz û aliyên siyasî yên Şengalê beşdarî kongreyê bûne. Her wiha ji Deşta Nînowayê, Silêmanî, Bexda û Ewropayê derdora 350 delege û 100 mêvan, bi giştî 450 kes beşdarî kongreyê bûne. Her wiha malbata pêşengê civaka êzidî Mam Beşîr jî di kongreyê de amade ye.   Axaftina destpêkê ya kongreyê ji aliyê hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Heso Brahîm ve hate kirin. Heso Brahîm tevahî şehîdên Şengalê bi bîr anîn û destnîşan kir ku ji kongreya 4’emîn heya kongreya nû têkoşîneke mezin ji bo parastin û pêşxistina Rêveberiya Xweser hatiye meşandin.   'Xwestin Peymana 9’ê Cotmehê li me ferz bikin’   Heso Brahîm bal kişand ser Peymana 9’ê Cotmehê ku bi hevkariya dewleta tirk, PDK û hikumeta Kazimî hatibû îmzekirin û wiha berdewam kir: ‘’Bi navê qanûnê xwestin Peymana 9’ê Cotmehê li me ferz bikin. Li ser vê esasê gelek êriş li ser me çêbûn. Bi sekneke fedayî dayik, jin û kalemêr, hemû civaka Êzidî û gelê Ereb li ber xwe dan û rê li ber vê peymanê girtin.’’   'Bi vê kongreyê re em dixwazin pêşengiya xwe xurt bikin'   Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Heso Brahîm, di dawiya axaftina xwe de got, pergala Rêveberiya Xweser a Şengalê bi ked û têkoşîneke mezin xwe gihandiye van rojan û wiha dawî li axaftina xwe anî: ‘’Me Rêveberiya Xweser heya îro da jiyankirin û em ê ji îro û şûn ve jî em ê bidin jiyankirin. Bi vê kongreyê re em dixwazin pêşengiya xwe xurt bikin, gavên nû û xurt bavêjin. Em ê îro kongreyê hilbijêrin. Em di cejna Serê Nîsanê de ne, destpêka sala nû ye. Em ê heya nefesa dawîn jî li gor bîr û baweriya xwe bimeşin, kes ji me wê li mala xwe bê kar nemîne."   Bernameya kongreyê   Di kongreyê de dê Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê ya ji 101 kesan wê ji nû ve were hilbijartin. Piştî nûkirina meclisa gel, wê hevserokatiya Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê û Desteya Rêvebir a Şengalê ji nû ve were hilbijartin.   Yek ji xal û rojevên girîng a kongreyê jî, erêkirina Hevpeymana Civakî ya Rêveberiya Xweser û nûkirina rêziknameyê ye. Piştî nîqaş û pêşniyaran, wê Hevpeymana Civakî û Rêziknameya Meclisê were erêkirin.   Wê di kongreyê de peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ya ji bo Êzidiyan û peyamên mêhvanan jî werin xwendin. Her wiha endamên meclisê ku li gund û komelgehan hatine hilbijartin, bi dengdana kongreyê re wê wekî endamên Meclisa Giştî werin hilbijartin. Wê kongre  îro bi sozdana endamên meclisê bi dawî bibe.