Li Wanê xebatên hilbijartinê: Em ê desthilata zilmkar têk bibin 2023-04-15 13:21:28   WAN -Tûra hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk li bajarên Serhedê daye destpêkirin didome. Li navçeyên Wanê didome. Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar axivî got: “Li dijî şer û tecrîdê gelê me yê vîna xwe xurt dike dê bi ser keve."    Tûra hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk li bajarên Serhedê daye destpêkirin di roja duyemîn de berdewam dike. Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Hevseroka Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Ozlem Gumuştaş û namzetên parlamenteriyê di saetên sere sibê de çûn navçeyên Wanê.    Erdîş   Şandeya ku li Bendîmahiyê bi konvoyeke qelebalix hat pêşwazîkirin ber bi navçeya Erdîşê ve bi rê ket. Şandeya bi hezkirin û îşaretên serkeftinê yên gel hat buroya hilbijartinê ya li navenda navçeyê, li vir gel silav kir.     Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir ê ewilî axivî, wiha got: “Bila Geliyê Zîlan şahid bibe ku em ê feraseta AKP’ê têk bibin û bişînin sergoyê dîrokê. Em li hemû bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê ji bo desthilata zilmkar têk bibin dixebitin. Em hevî dikin ku piştî 14’ê gulanê em ê pêşerojeke azad ava bikin. Kurd tifaq in bi rêxistin in. Em ê teqez serbikevin.”   Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar jî anî ziman ku bi rojane li qadan xebatên hilbijartinê dimeşînin û bi lêv kir ku desthilata faşîst a AKP’ê ber bi çûnê ve ye. Li dijî polîtîkayên şer û tecrîdê wê gelê me yê vîna xwe xurt dike serbikeve. Ez bang li kesên dibêjin pirsgirêka kurd nîne dikim; li Osman Şiban ê ji helîkopterê hate avêtin re 7 sal ceza hate birîn, mirovên ku kurdî diaxivin tên cezakirin. Duh Soylû digot kurd û elewî bi saya wan rehet kirine. Kurdan çi qezenc kiribe bi vîna xwe bi xwe qezenckirine.”   Şande wê piştî Erdîşê biçe navçeya Ebex a Wanê.