ROJEVA 14'Ê NÎSANA 2023'YAN 2023-04-15 09:00:00     * Bi hilbijartinan re desthilatdariyê êrîşên li hember destkeftiyên jinan zêde kirin. Rêxistinên jinan têkoşîna xwe didomînin. Di pêvajoya hilbijartinê de weqf, tarîkat û cemaetên der barê zarokan de ji nû ve di rojevê de ne. Yek ji van Weqfa Hîranur-Cemaeta Îsmaîlaga ya ku bi zewicandina zaroka 6 salî hatibû rojevê ye.   * Jinên Qoserê, anîn ziman ku ew ê di hilbijartinê de li dijî qetilkirina jinan, şer, qeyran û hemû pirsgirêkan îktîdarê bişînin û gotin: "Em ê xwedî li vîn û sindoqên xwe derbikevin." BI DÎMEN    *Aktîvîsta rojhilatî Schilan Kurdpoor diyar kir ku çalakiyên rojhilatê Kurdistanê û Îranê hêviya şoreşê geş dike û got: "Heke li dijî tifaqên ku li Tirkiyeyê li hemberî jinan hatî avakirin deng neyê derxistin dê rewş wekî Îran û Efganîstanê be." BI DÎMEN    *Ruçen Bizim a ku yek ji mexdûrên erdhejê ye anî ziman ku piştî erdhejê gelê Hatayê bi qedera xwe re rûbirû hatin hiştin, bi pêvajoya hilbijartinê re hatiye jibîrkirin û got, "Em ê dengê xwe bidin kesên heq dikin."  DÎMEN HEYE   * Partiya Çep a Kesk, di çarçoveya Gilbijartinên Giştî ya 14’ê Gulanê de bi tevlîbûna namzetên Mêrdînê li taxa Akçakaya ya Mîdyatê vekirina bûroya hilbijartinê bike. (14.00) BI DÎMEN