Bi girseyeke mezin li Mêrdînê buroya hilbijartinê hat vekirin 2023-04-15 08:37:09   MÊRDÎN - Partiya Çep a Kesk bi tevlîbûna bi hezaran kesî bi coşek mezin buroya hilbijartinê vekir. Hevseroka Giştî ya DBP’ê û namzeta Mêrdînê Saliha Aydenîz di vekirinê de axivî û diyar kir ku “Pirsgirêka Kurd Lokman Gorgun e” û destnîşan kir ku çareseriya pirsgirêka kurd bi vekirina deriyê Îmraliyê pêkane .   Partiya Pêşerojê ya Çep a Kesk (Partiya Çep a Kesk) gera Botanê ya tûra hilbijartinê ya li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê li navçeya Qoser a Mêrdînê, piştî Nisêbînê dest pê kir, didomîne. Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk Îbrahîm Akin, Hevserokê Partiya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Kedê (EHP) Hakan Ozturk û namzetên Partiya Çep a Kesk jî di navê de şande hat li ber buroya hilbijartinê ya Qada Azadiyê ya Qoserê. Şande li vir ji aliyê bi hezaran kesî ve bi tililî, çepik û dirûşman hatin pêşwazîkirin û şandeyê piştre govend gerand.   Piştî govenda hat gerandin şûnde Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çep a Kesk Saliha Aydenîz, Hakan Ozturk, Berdan Ozturk, Îbrahîm Akin û Ahmet Turk axivîn.   ‘Pirsgirêka kurd Lokman Gorgun e’   Di destpêkê de Saliha Aydenîz axivî. Salîha, anî ziman ku ew ê kesên ku pirsgirêka Kurd red dikin dê bişînin çola dîrokê û bavê 8 zarokan Lokman Gorgûn ê ku li herêma Omeriya weke endamekî PKK'ê hat qetilkirin bi bîr xist û got: “Pirsgirêka kurd Lokman Gorgun e.” Salîha, da zanîn ku çareseriya pirsgirêka Kurd bi vekirina deriyên Îmraliyê pêkan e û xwest deriyê Îmraliyê bê vekirin.   Piştre jî Hakan Ozturk axivî û diyar kir ku dewlet pirsgirêka Kurd ji nedîtî ve tê û heta pirsgirêka Kurd çareser nebe aştî pêk nayê.   Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk jî da zanîn ku hikûmet her tim matmayî dimîne û got dê gel di 14’ê Gulanê de hikûmetê bi erdê ve kaş bike.   ‘Em bi berxwedanê hatin vê rojê’   Li aliyê din Îbrahîm Akin jî bal kişand ser nêzîkatiya hikûmetê ya li hemberî Kurdan û got ku ew ê cezayê ku di doza Kobanê de ji siyasetmedarên Kurd tê xwestin qebûl nekin. Îbrahîm, diyar kir ku ew ê ji hemû hovîtiyên ku hatine kirin re di 14’ê Gulanê de hesab bipirsin û wiha axivî: “Li hemberî hemû dijminatiyên ku li dijî Kurdan kirine em bi berxwedanê hatine heta roja îro. Ji bo li Tirkiyeyê komareke wekhev, azadîxwaz û demokratîk bê avakirin em ê vê hikûmetê di sindoqan de bi nax bikin. Divê em hemû bi hev re rolê bigirin û piştî dengdanê sindoqên xwe biparêzin. Divê ciwanên me vê yekê weke erka xwe ya siyasî esas bigirin. Em li vir in, em ê bi hev re biguherînin.”   ‘Vê pergala qirêj ji holê rakin’   Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk jî diyar kir ku hikûmet bi siyaseta xwe ya qirêj hewl dide pêşeroja Gelê Kurd tarî bike û got li her derê êrîş li ser Gelê Kurd heye û dixwazin bibin asteng. Ahmet, bi lêv kir ku hin beş li pey provokasyonê ne û wiha pê de çû: “Em firsendê nedin provokatoran. Ev hilbijartin hilbijartinek dîrokî ye. Ev hilbijartin wê diyar bike ka siberoja Gelê Kurd wê tarî be yan jî ronahî be. Werin em li gorî wê xwe amade bikin û vê pergala qirêj ji holê rakin.”   Bêtehemûliya polîsan   Dema ku buro piştî axaftinan hat vekirin, polîsan bi gaza îsotê, fîşekên plastîk û ava şid êrîşî girseya ku pîrozbahî bi govendê dewam kir, kir. Dema ku guleyên plastîk li gelek kesan ketin, girseya ku di nav de kal û pîr jî hebûn ji gazê bi bandor bû. Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk ê ku guleya lastîk lê ket jî ji ber gazê bi bandor bû. Ahmet Turk dema di bin bandora gazê de ma, ket erdê, bi alîkariya endamên partiyê ji herêmê hat dûrxistin.   Piştî ku car caran li kolanên kêlekê di navbera ciwan û polîsan de pevçûn derket, bi belavbûna ciwanan çalakî bi dawî bû.