Doza Kobanê taloqî 3'yê tîrmehê hat kirin 2023-04-14 22:28:40   ENQERE - Danişîna bê ya Doza Kabanê taloqî 3'yê Tîrmehê hat kirin.    Li dijî êrişên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê, di navbera 6-8’ê Cotmeha 2014’an de li bakurê Kurdistanê gel rabû ser pêyan. Bi hinceta çalakiyên 6-8’ê Cotmehê doz hatibû vekirin û Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş û endamên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya HDP’ê jî di nav de û 17 jê girtî bi giştî 108 kes tên darizandin. Rûniştina 3’yemîn a danişîna 24’emîn a Doza Kobanê li Eywana Danişînan a Kampusa Girtîgeha Sîncanê tê lidarxistin. Doz, ji hêla şandeya 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê ve tê birêvebirin.    Di Doza Kobanê de îro mutalaaya esas hat xwendin. Lê belê hin beşên mutalaayê yên li dadgehê nehatine xwendin û li ÛYAP'ê nehatine barkirin, di bin navê "Nîşe Agahiyê" de serwîsî nûçegihanên edliyeyê hat kirin. Ev yek, dide der ku nîşeya agahiyê bi mutalaayê re hatiye amadekirin.    Di teksta ku hatiye serwîskirin de, hatiye xwestin ku li Ahmet Turk, Bircan Yorulmaz, Ali Urkut, Alp Altinors, Altan Tan, Ayhan Bilgen,  Ayla Akat Ata, Aysel Tugluk, Ayşe Yagci, Bulent Parmaksiz, Cihan Erdal, Nazmi Gur, Dilek Yagli, Emine Ayna, Figen Yuksekdag Şenoglu, Sirri Sureyya Onder, Gulser Yildirim, Gultan Kişanak, Gunay Kubilay, İsmail Şengul, Zeki Çelik, Pervin Oduncu, Sebahat Tuncel û Zeynep Karaman cezayê muebeda giran bê birîn.    Di periyoda 3’yemîn a dozê de daxwazên siyasetmedar û parêzeran hatin redkirin û hêj parastina siyasetmedaran nehatibû girtin ku mutalaa hat xwendin. Girtiyên siyasî, parêzerên wan û beşdaran jî bi çepikan ev biryar protesto kirin û ji eywanê derketin.     Heyeta dadgehê piştî navberê, biryara xwe li hêwana vala xwend. Heyetê ji bo beyanên der barê esasê de bên wergirtin danişînê taloqî 3'yê Tîrmehê kir.