Li Agirî û Îdirê xebatên hilbijartinê didomin 2023-04-14 19:35:42   NAVENDA NÛÇEYAN - Partiya Çep a Kesk li bajaran xebatên xwe yên hilbijartinê coşek mezin didomîne. Namzetên ku bi girseyî tên pêşwazîkirin jî peyama mezinkirina têkoşînê tên dayîn.    Partiya Çep a Kesk li  Agiriyê serdana saziyên sivîl kir û li Îdirê jî esnaf hatin ziyaretkirin, belavok hatin belavkirin.     Agirî   Li Agiriyê xebatên  hilbijartinê berdewam dike. Namzetên parlementeriyê yên bajêr Nejla Demîr, Heval Bozdag, Zelal Yilmaz û rêveberên Partiya Çepên Kesk a Agiriyê serdana rêxistinên civaka sivîl ên li bajêr kirin. Şandeyê serdana Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Agiriyê, Baroya Agiriyê, pêkhateyên Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şorşeger (DÎSK) û Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) kirin.    Şande ewilî serdana ÎHD'ê kir. Li vir îşaret bi ewlehiya hilbijartinê û li dijî binpêkirinên mafan ên roja hilbijartinê xebata bi hev re hat kirin. Şande paşê serdana Baroya Agiriyê û bi dû re jî bi dorê serdana DÎSK û KESK'ê kir.    Îdir   Xebatên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kesk ên Îdirê bê navber didomin. Di çarçoveya xebatên hilbijartinê de rêxistina Îdirê ji du milan ve xebatên xwe dimeşîne. Partiya Çepên Kesk li aliyekî li tax û kolanên Îdirê, li aliyê din jî li gund û navçeyên Îdirê xebatên xwe didomîne.    Namzetên Partiya Çepên Kesk ên Îdirê Aysel Aras û Yilmaz Hûn di çarçoveya xebatên hilbijartinê de duh piştî fitarê li gundê Qerewq ê girêdayî navenda Îdirê bi gel re civiya. Namzet ji aliyê gundiyan ve bi coş hatin pêşwazîkirin. Namzetên parlementeriyê îro jî li gundên Godeklî û Eratanê yên girêdayî navçeya Aralikê ku bi alayên Partiya Çepên Kesk hatibûn xemilandin, serdana gundiyan kirin û belavok belav kirin. Her wiha gundiyan jî bi coş û kelecan namzet pêşwazî kirin û daxwaza serkeftinê kirin.   Herî dawî Aysel û Yilmaz  li navçeya Aralikê serdana esnafan kirin û bernameya xwe ya îro bi dawî kirin. Xebatên tax û kolanên navenda Îdir û navçeyên wê jî didomin.