Li Nisêbînê coşa hilbijartinê: Em ê bi ser kevin 2023-04-14 18:48:19   MÊRDÎN – Şandeya ku ji DBP, KCD, EHD û Partiya Çep a Kesk pêk hat li Nisêbînê serdana esnafan kir û bi konvoyê gel silav kir. Di dema serdanê de girse tim dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” û “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” hat berzkirin.    Partiya Pêşerojê ya Çep a Kesk (Partiya Çep a Kesk), li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê tûra hilbijartinê ku da destpêkirin milê wê yê Botanê li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê da destpêkirin. Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk Îbrahîm Akin, Hevserokê Kongereya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Kedê (EHP) Hakan Ozturk û namzetên Partiya Çep a Kesk ên Mêrdînê jî di navê de li ser rêya sêgeh a Nisêbînê ji aliyê gel ve hatin pêşwazîkirin. Piştî pêşwazîkirina li vê derê şande ber bi navendê ve bi konvoyê kete rê.    Konvoy li navenda navçeyê bi eleqeyek mezin hat pêşwazîkirin. Welatiyên ku li ser ban, şaneşîn û pencereyan de derketin bi nîşaneya serkeftinê şandeyê silav kir. Esnafan jî ji cihên kar derketin şandeyê silav kirin. Pêşiya otobûsa hilbijartinê tim ji aliyê zarokan ve hat birîn û dîmenên birengin derketin holê. Her wiha girse tim dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” berz kirin.    Piştî konvoyê şande, li navenda navçeyê serdana esnafan pêk anî. Di dema serdanê de girse tim dirûşmeyên “Jin, jiyan, azadî”, “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” û “Nisêbîn ya me ye û ya me bimîne” berz kir. Serdan li buroya hilbijartinê ya li taxa Devrîmê bi dawî bû.     Her wiha şande piştre ji bo vekirina bûroya hilbijartinê derbasî Qoserê bû.