Namzetên Sêrtê bi girseyî hatin pêşwazîkirin 2023-04-14 18:47:16   SÊRT- Namzetên Partiya Çep a Kesk ên Sêrtê bi konvoyeke mezin hatin pêşwazîkirin. Di axaftinên hatin kirin de peyama serkeftinê hatin dayîn.    Namzetên Partiya Çep a Kesk yên Sêrtê bi konvoya girseyî hatin pêşwazîkirin. Namzetên ku li ser rêya Uçyol a navçeya navendiya Sêrt hatin cem hev, bi konvoyan ber bi navenda bajêr ve bi rêketin. Namzet Sebahat Erdogan Saritaş, Abdullah Çetîn û Tuncer Bakirhan ji hêla girseyê ve li ber Rêxistina Partiya Çep a Kesk a Bajarê Sêrt hatin pêşwazîkirin.   ‘Em ê rejîma yek zilamî têk bibin’   Girseya ku bi hêjmarek zêde ji jinan pêk dihat bi reng û coşa xwe qadê xemilandin. Namzet Sebahat Erdogan Saritaş bang li girseyê kir û got, “Dîsa em ê zîhniyeta qeyûmê têk bibin. Em ê dijminatiya jinê têk bibin. Em ê zîhniyeta rejîma yek zilamî têk bibin. Dîsa em ber bi serkeftinê ve diçin."    Şaredarê Sêrtê Tuncer Bakirhan ê ku qeyûm tayînî şûna wê hat kirin û Serokê berê yê DEHAPê û namzetê Partiya Çep a Kesk a Sêrtê ye bi çepikên girseyê mafê axaftinê girt û wiha axivî: “Îro em li vir in, em bi hev re ne. Em ê dîsa xizmetê bikin, aştî, demokrasî û Sêrteke bi biratî bi hev re bijîn ava bikin. Ger hûn bi dengên xwe û piştgiriya xwe careke din dîrokê binivîsînin û sê wekîlan bişînin meclîsê em ê bibin dengê Sêrtê. Em ê her tim bibin dengê kurdan.”