Ji bo Dîcle Naz a hat qetilkirin daxuyanî hat dayîn 2023-04-14 16:41:58     ŞIRNEX - Partiya Çep a Kesk, TJA û Meclîsa Jinan a HDP’ê ji bo Dîcle Naz a ku li Sakaryayê bi hovane hate qetilkirin daxuyanî dan.   Dîcle Naz a 27 salî ku ji navçeya Cizîrê ya Şirnexê ye duh li Sakaryayê di mala xwe de bi awayekî gumanbar mirî hat dîtin. Hat zanîn ku Dîcle bi amûrê jêkirinê û bi îşkenceyê hatiye qetîl kirin. Derheqê qetilkirina Dîcleyê de lêpirsin hate destpêkirin. Cenazeyê Dîcle îro ji aliyê malbata wê ve anîn Cizîrê û li gorîstana Asrî hate definkirin.   Partiya Çep a Kesk, Tevgera Jinên Azad(TJA), Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) derheqê qetilkirina Dîcleyê de li ber bûroya xwe ya hilbijartinê ya taxa Nûrê ku îro vekirin daxuyanî dan.   ‘Qetilkirina Dîcle ji bo jinan peyamek e’   Di daxuyaniyê de namzeta Şirnexê Newroz Uysal axivî û got: “Me îro plansazî kiribû ku li taxa Nûrê bûroya xwe ya 4’emîn vekin. Lê belê jinek ciwan a ji taxa Nûrê duh li Sakaryayê bi hovane hate qetilkirin. Dîcleya ku li wê derê hemşîretî dikir duh sibehê hate qetilkirin. Em vê qetilkirin û tundiya li dijî jinê qebûl nakin û şermezar dikin. Qetîlkirina Dîcle ji bo me jinan peyamek e. Jin îro bi zexta mêr-dewletê ve rûbirû ne. Wekî Dîcle Naz, mînakên Fatma Altinmakas, Pinar Gultekîn, Firdevs Babat, Sakîne Kultur û Îpek Er ji bo me peyam in. Di şexsê Dîcle Naz de hemû jinên ku hatine qetilkirin em bi bîr tînin.”   Girseyê dûre serdana gora Dîcle Naz a ku li gorîstana Asrî ya Cizîrê hate definkirin û ji malbatê sersaxî xwestin.