'Em ê qezenc bikin û bi hev re biguherînin' 2023-04-14 16:13:48     ANTALYA - Di vekirina buroya hilbijartinê ya Partiya Çep A Kesk a li Antalyayê de wiha hat gotin: “Em ê ji kesên ku ev welat ji bo jinan veguherandin dojehê hesab bipirsin. Em tên ku Tirkiyeyeke demokratîk qezenc bikin. Em ê qezenc bikin û bi hev re biguherînin.”   Tûra hilbijartinê ya ku dê Partiya Çepên Kesk li herêmên Behra Spî û Egeyê bike, li Antalyayê dest pê kir. Tûr, li navçeya Kepezê hate destpêkirin û Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar, Serokwekîlê Koma HDP’ê û namzetê parlamenteriyê Sarûhan Oluç, Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr, Hevberdevka SODAP’ê Kezban Konukçu û Hevberdevka TOP’ê Perîhan Koca tev li bûn. Şande li ber avahiya Rêxistina partiyê ya Kepezê bi konvoya ji dehan wesayîtan pêk dihat hat pêşwazîkirin. Pişt re konvoy hate ber deriyê buroya ku were vekirin. Beriya vekirinê namzetên Partiya Çepên Kesk dan naskirin.    'Em ji dijminên gel yek bi yek hesab bipirsin'   Hevberdevka TOP’ê Perîhan Koca ya ewilî axivî, wiha got: “Em ji dijminên gel yek bi yek hesab bipirsin. Em ê vê desthilata sûc bişînin. Em ê yek bi yek hesabê ji wan kesên ev welat veguherand goristana kurdan hesab bipirsin. Em ê ji kesên ku ev welat ji bo jinan veguherandin dojehê hesab bipirsin. Em tên ku Tirkiyeyeke demokratîk qezenc bikin. Em ê qezenc bikin û bi hev re biguherînin.”    Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr a hilbijartin weke “hilbijartinên şandina desthilatê” pênase kirin wiha got: “Dê gelê me van celladan bişîne.”   Namzetê Partiya Çep a Kesk Sarûhan Olûç jî bi lêv kir ku wê ji Antalyayê 2 wekîlan derxînin û wê mal bi mal xebatan bimeşînin.    Parlamenterê HDP’ê yê Antalyayê Kemal Bulbul jî ji ber piştgiriya ji wan re spasiyên xwe pêşkeş kirin.    'Em ê vê pergalê biguherin'   Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar jî destnîşan kir ku Partiya Çep a Kesk ji hilbijartinê re amade ye û wiha got: “Ciwan dê bi vê dînamîzmê bikin ku di asta herî jor de serbikevin. Jin amade ne ku Partiya Çepên Kesk bi awayekî herî xurt temsîl bikin. Gelo em herî zêde ji çi re amade ne? Em amade ne ku vê pergala mêtînger a welat ber bi xizaniyê ve dibe biguherînin. Em amade ne ku vê pergalê û desthilata ji vê rantê bi dest dixe biguherînin. Li vî bajarê xweşik binêrin. Çandiniya serayê qediya, her tişt qediya. Ji bo wan her tişt pere ye, rant e. Tiştê ji gel re dimîne jî birçîtî û xizanî ye.”   'Em tên vê biguherînin'   Mîthat, bal kişand ser krîza aboriyê û wiha berdewam kir: “Hûn vê krîzê bi xwe dijîn. Em bi desthilateke ku nanî jî ji gelê re zêde dibîne re rûbirû ne. Guhertina vê di berpirsyartiya me de ye. Em tên vê û vê pergalê biguherînin. Em tên vê biguherînin. Em tên pirsgirêkê çareser bikin û aştiya mezin pêk bînin. Van encax em bînin. Ev desthilat 21 sal in li desthilatê ye. Dema em li beyannameyên desthilatê dinêrin weke beyannameya têkçûnê ye. Em tên vê biguherînin û vê pergala kavilan bişînin.”   Piştî axaftinan vekirina buroyê pêk hat. Şande pişt re ber bi Denîzliyê ve bi rê ket.