KNK'ê qurbaniyên qirkirina Enfalê bi bîr anî 2023-04-14 15:55:34   NAVENDA NÛÇEYAN  - Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi sed hezaran mirovên di komkujiya ku rejîma dîktator Seddam Huseyîn di bin navê “Enfalê” de hatibûn qetilkirin, bi bîr anî.   Di navbera Sibat û Îlona 1988’an de di operasyonên qirkirinê yên bi navê “Enfal”ê de li dijî Kurdan pêk hatin, nêzî 200 hezar kes hatin qetilkirin. Di qirkirina ku di gelek qonaxan de hat kirin de, bombebarana Helebçeyê ya bi çekên kîmyewî ya di 16’ê Adara 1988’an de cihekî kûr di bîrê mirovahiyê de digire.   Têkîdarê mijarê KNK'ê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de ev tişt gotin:   “Di dîrokê de gelê Kurd rûbirûyî gelek sûcên navneteweyî yên weke jenosîd û qirkirinê hatine. Dagirkerên Kurdistanê ji bo tinekirina gelê Kurd bi hemû cureyan hêza xwe bi kar anîne. Lê dawiya hemû dîktatoran hat û gelê me zindî maye. Di nava 100 salên borî de, li hemû beşên Kurdistanê planên li dijî mirovahiyê li dijî gelê Kurdistanê pêk hatin. Civaka navneteweyî jî di nav vê sedsalê de ji bo çareseriyek guncav a ji bo pirsa rewa ya Kurd nebû alîkar. Di heman demê de bi saya Danezana Gerdûnî ya Mafê Mirovan Peymana Qedexekirina Sûcên Jenosîdê, gelê me rastî enfal û kîmyabaranê hat!   Li Başûrê Kurdistanê 35 sal bi ser komkujiya Enfalê ya bi destê Rejîma Baasê pêk hatî re derbas bûn. Armanca Rejîma Baasê qirkirina hemû xelkê Kurdistanê ya bi hemû pêkhateyên xwe ve bû. Lê plana dagirkeran pûç bû. Piştî 35 salan Hikumeta Iraq û Herêma Kurdistanê nekarîne pêşwaziya daxwaza jiyana xizmên qurbaniyên enfalê û herêmê bike. Bi ti awayî tezmînata xizmên qurbaniyan nehatiye dayîn.  Li ser qada navnetewî jî nekarîne jenosîda Kurdistanê bikin dosyayek cîhanî û bi cîhanê bidin nasîn.   Hîn jî gorên enfaliyan nehetine vekirin, xizmên wan li benda hestiyên qurbaniyan in. Divê sûcê Enfalê bikeve bernameyên perwerdehiyê.   Em bang li hemû aliyên berpirsiyar dikin, ji bo mijara enfalê stratejiyek nîştimanî daynin. Xizmên Enfaliyan ji vê xemsariya hikumet û parlamentoyê ne razî ne. Divê hemû berpirsên Iraq û herêmê hêrsa xelkê cidî bigirin û ji bo çareseriya pirsgirêkan bixebitin.   Di 35’emîn salvegera Enfalê de em bejna xwe li ber hemû qurbaniyan ditewînin û silavê xwe ji malbatên qurbaniyên Enfalê re dişînin.”