Înfaza Jiyan Ateş a girtî cara çaran hat şewitandin 2023-04-14 15:23:11   ENQERE-Jiyan Ateş a li Girtîgeha Jinê ya Sîncanê tê girtin cara çaran hat şewitandin.    Jiyan Ateş a ku ji ber îddiaya "endamtiya rêxistinê" 12 sal û 9 meh ceza lê hat birîn ev 11 sal in di girtîgehê de ye. Tevî di 27'ê Cotmehê de cezayê wê qediya jî lê belê nehat tehliyekirin.    Xwişka Jiyanê Îpek Ateş pê re bi telefonê re axivî û Jiyanê bi rêya telefonê diyar kir ku ji ber biryarên Lijneya Îdare û Çavdêriyê cara çaran tehliyeya wê hatiye astengkirin.     Wekî hincetê şewitandina înfazê jî "nepoşmanî û derbasnebûyina qawişa azad" hatin nîşandan.    Her wiha Jiyanê da zanîn ku înfaza 14 jinên din ên li Girtîgeha Jinê ya Sîncanê hatine şewitandin.