Li taxên Hatayê coşa Partiya Çep a Kesk 2023-04-14 14:22:02     HATAY - Xebatên hilbijartinê yên li taxên Partiya Çep a Kesk dewam dike. Eleqeya gel a ji bo Partiya Çep a Kesk jî balê dikşîne.    Partiya Çep a Kesk a ku xebatên hilbijartinê dewam dike li Harbiyeya navçeya Defne ya Hatayê çû serdana gel. HDP, DBP, ESP, SYKP, SODAP, namzetên Partiya Çep a Kesk Kerem Nalbant û Semih Aksakal tevlî bûn. Gel eleqeyeke mezin nîşanî serdanê da.    Kerem Nalbant, li vir bal kişand ser polîtîkayên çewt ên AKP'ê yên li ser erdhejê û got:"14'ê Gulanê wê bibe roja hesabpirsînê. Welatiyekî ji wir got ji 2014'an de ye dengê xwe didim HDP'ê ez ê êdî bidim Partiya Çep a Kesk.    Dîsa gelek kesî kêfxweşiya xwe ya ji bo serdanê anîn ziman û kgotin ew ê di vê hilbijartinê de ji îktidarê hesab bipirsin.