Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş hat emeliyatkirin 2023-04-14 13:43:33   ENQERE - Emeliyata Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş a ku qezaya trafîkê kiribû, serkeftî pêk hatiye. Meral bo demekê hildan serwîsa nihêrîna awarte.    Serokwekîla Koma HDP’ê û namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Erziromê Meral Daniş Beştaş, duh dema ji bo xebatên hilbijartinê çûbû navçeya Qereyaziyê ya Erziromê qezaya trafîkê kiribû, li Nexweşxaneya Îbnî Sîna ya Zanîngeha Enqereyê hat emeliyatkirin. Hat zanîn ku emeliyata Meral serkeftî bûye û rewşa wê jî baş e. Meral bo demekê hildan serwîsa nihêrîna awarte.