‘Em ê teqez vê îktîdarê bişînin' 2023-04-14 09:05:32   Rojda Aydin    MÊRDÎN - Aktîvîsta TJA’ê Eylem Amak, diyar kir ku AKP bi listeya xwe carek din helwesta xwe ya domandina dijminatiya jinê aşkera kir û got: "Em ê li qadan bi têkoşîna xwe bersivê bidin AKP'ê. Em ê bi hêzek mezin xwe xebatên xwe bidomînin û teqez vê îktîdarê bişînin.”   ku têkildarî polîtîqayên îktîdara AKP’ê û di hilbijartinê de cih nedana jinê de axivî û anî ziman ku polîtîqayên şerê taybet a îktîdarê ji demên borî heta îro bênavber di hemû qadan de berdewam kiriye. Eylem, bi lêv kir ku AKP lîsteya ku amadekiriye ve dijminatiya xwe ya li hember jinê carekedin daye nîşandan û got li hember van polîtîqayan dê têkoşîna jinê jî bidome.   Pergala serdest a mêr ku hezar sal in jinê tune dihesibîne, di tifaqa AKP’ê û MHP’ê ya 22 salan de herî zêde komkujina jinê pêk hat. Îktîdara AKP’ê û MHP’ê bi van polîtîkayên xwe yên taybet ên dijminatiyê di dîrokê de navê xwe nivîsî. Di tabloyeke wisa de di 14’ê Gulanê de hilbijartina giştî pêk tê.    Di lîsteyên namzetan ên tifaqa “Cumhur”  û “Milet” de jin carek din tune hatin hesibandin. Li Mêrdînê di lîsteya AKP’ê dê 5 namzet hatine bijartin û her 5 namzet jî mêr in.    Mêrdîna ku xwedî li cihek kozmopolîtîk e, polîtîkayên taybet li gemberî gelan û bi taybetî jî li hemberî jinan tê meşandin. Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Eylem Amak, têkildarî mijarê de nêrînên xwe anî ziman.   ‘Pergala serdest a mêr hêzê dide kiryaran’   Eylem, anî ziman ku îktîrada AKP’ê û MHP’ê bi pergala serdest a mêr ve li her derê dijminatiya xwe ya li hember jinê her gav daye meşandin û got: "Îktîdar li ser jinê polîtîkayê şerê taybet tim da meşandin. Ji aliyê pergala serdest a mêr ve jin hatin qetilkirin, bi êrişên zayendî û tecawizê re rû bi rû man. Pergala ku jinê qetil dike ji aliyê îktîdara AKP-MHP'ê ve jî tên parastin û bêceza tên hiştin. Ev polîtîkayên bêcezahiştinê jî zêdetir hêzê dide pergala serdest a mêr. Ji ber vê yekê jî qetilkirina jinê roj bi roj zêdetir bû û dibe. Bi taybetî li Mêrdînê di nav salekî de gelek jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin. Lê heta niha tu kujer nehat darizandin û cezakirin. Carna tên girtin lê belê piştî demek kurt carek din tên berdan. Lê ew kujer an jî êrişkar êrişên xwe didomînin. Kiryar ji ber ku tê berdan û ceza nagire hêzê digire. Sedema van hemû êrişên taybet ên li dijî jinê jî ji ber polîtîkayên îktîdara serdest a mêr e.”   ‘Di her qadê de jin bi êrişan re rûbirû dimîne'   Eylem, destnîşan kir ku di her qadên jiyanê de jin bi êrişan re rûbirû dimînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Jin li malê, li kolanê û li kargehe bi şîdetê re rûbirû dimînin. Bi taybetî di qada siyasetê de heman şîdetê re rûbirû dimîne. Dema siyasetmedar kurd be jî bêtir êriş li wan tê kirin. Dema ku qeyûm tayînê şaredariya tê kirin pergala hevserokatiyê û saziyên jinan hedef tên girtin. Ji ber van êrişan gelek hevşaredar, hevserok û siyasetmedarên me tên binçavkirin û girtin. Niha jî gelek siyasetmedarên me yên jin di nava çar dîwaran de dîl hatine girtin. Ji ber vê yekê jî êrişên li dijî jinan ne bi tenê qadekî de, her wiha di hemû qadan de tên kirin. Ev êriş jî rûyê pergala serdest nîşan dide. Ji ber vê yekê jî mirov dikare gelek mînakên van êrişan bide.”   Li Mêrdînê temsileyata jinan   Eylem, daxuyakirin ku HDP û Partiya Çep a Kesk, her tim li dijî her cureyên êrişan têkoşîneke mezin daye û dê bide jî û wiha dom kir: "Jin di lîsteya Partiya Çep a Kesk de cih xwe girtiye. Lê dema ku em lîsteya AKP’ê dinêrin nêzîkatiya xwe ya li hemberî jinê carek din nîşandane. AKP’ê diyar kiribû ku ew ê di hilbijartinê de cih bidin jinan. Lê belê wekî her carê dîsa gotinên wan vala derketin. Me nêzîkatiya wan a li hember jinê dît. Di lîsteya xwe ya Mêrdînê de dijminatiya xwe ya li hember jinê carekedin nîşandan. Wekî ku tê zanîn Mêrdîn xwedî li cihek kozmopolîtîk e. Hemû ol, mezheb û nasnameyan di nav xwe de dihewîne. Di rastiya xwe de Mêrdîn bajarê jinê ye. Lê ligel ku bajarê jinê ye jî tifaqa AKP û MHP’ê di lîsteya xwe de cih neda jinan. Di lîsteya Mêrdînê ya AKP’ê de 5 namzet hatine nîşandan û her 5 jî mêr in. Ev yek jî dijminatiya wan a li hember jinê dide nîşandan.”   ‘Lîsteya îktîdara AKP’ê nêzîkatiya xwe ya li hember jinê dide nîşandan’   Eylem, da zanîn ku di lîsteya ku hatiye amadekirin de jî diyare ku dixwazin qada jiyanê ji jinan re teng bikin û di malê de heps bikin û wiha bi lêv kir: "Ne tenê bi vê lîsteyê, AKP’ê di paşeroja xwe de jî bi heman helwestê nêzî jinê dibû. Ji bo jinan heta niha tu tiştî nekirine. Mînak; dema qeyûm tayînê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hat kirin saziyên jinan hatin girtin. Mêr tayînê saziyên jinan kirin. Bifikirin ku mêrek saziya jinê birêve dibe. Ev yek ji xwe tirsa wan jî nîşan dide."   Eylem, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser lîsteya Partiya Çep a Keskê: "Di lîsteya partiyê de gelek jin hene. Ji xwe tişta ku bibe jî ev e. Ji 600 namzetê Partiya Çep a Kesk 200 jin hene. Her wiha li gelek bajaran di rêza yekemîn de jin cih digirin. Li Mêrdînê jî ji Partiya Çep a Kesk 6 namzet hene û ji van 3 jî jin in. Ev yek jî ji bo me avantajek mezin e.”   ‘Em jin dê her li qadan bin’   Eylem, da zanîn ku li hember polîtîkayên dijminatiyê ya li hember jinê ku îktîdara AKP’ê dimeşîne ew ê li qadan bin û bi têkoşîna xwe bersivê bidin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji hilbijartinê re demek kurt maye. Ji ber vê yekê jî em ê bi hemû hêz û têkoşîna xwe xebatên xwe bidomînin. Em ê bi yekîtî, têkoşîn û berxwedanê li qadan bin. Em ê teqez vê îktîdarê bişînin.”