Meral Beştaş a qeza kir sewqî Erziromê kirin 2023-04-13 23:23:03   ERZIROM – Meral Daniş Beştaş a HDP’î ku li Qereyaziyê qeza kir, sewqî Nexweşxaneya Bajêr a Erziromê hat kirin.   Serokwekîla Komar Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş û ajovanê wê Mehmet Vefa û rêveberekî partiyê ku navê wî nehat hînkirin, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li navçeya Qereyazî ya Erziromê qeza kirin. Meral ku di wesayîtê de asê bû, piştî xebatkarên îtfaiyeyê hatin cihê bûyerê, ji wesayîtê hat derxistin û bi ambulansê sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Qereyaziyê hat kirin. Piştî mudaxileya ewil ku li ber nexweşxaneyê di hundirê ambulansê de hat kirin, Meral sewqî Nexweşxaneya Bajêr a Erziromê hat kirin.   Hat diyarkirin ku Meral li ser hişê xwe ye û bi gumana ku hestiyê pişta wê şikestiye sewqî Nexweşxaneya Bajêr a Erziromê hatiye kirin.    Li gor agahiyên ku Sekreteriya Giştî ya Meclisê dane, Midûrê Tenduristiyê yê Bajêr a Erziromê bi Meralê re axiviye û ragihandiye ku tu xetereya wê ya jiyanê tune ye.