Meral Daniş Beştaş a HDP’î qeza kir 2023-04-13 21:38:56   ERZIROM – Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li navçeya Qereyaziyê qeza kir. Beştaş ku rewşa wê giran e, rakirin nexweşxaneyê.   Serokwekîla Komar Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş û ajovanê wê Mehmet Vefa û rêveberekî partiyê ku navê wî nehat hînkirin, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li navçeya Qereyazî ya Erziromê qeza kirin. Beştaş k udi wesayîtê de asê bû, piştî xebatkarên îtfaiyeyê hatin cihê bûyerê, ji wesayîtê hat drxistin. Hat hînkirin ku rewşa Beştaşê giran e û ew bi ambulansê rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Erziromê.    Her wiha Vefa û rêveberê partiyê jî ku rewşa wan ne giran e, rakirin nexweşxaneyê.