Li Esenlerê namzet bi coş hatin pêşwazîkirin 2023-04-13 18:49:40   STENBOL- Li Esenler a Stenbolê di vekirina buroyê de namzetên herêma duyemîn hatin pêşwazîkirin. Namzetan diyar kirin ku wê bi jinan re li kolanan têbikoşin û vê têkoşînê bigihînin serkeftinê.    Partiya Pêşerojê a Çep a Kesk (Partiya Çep a Kesk) li taxên Tuna û Fatîh a Esenlerê bi tevlibûna sedan kesî buroya hilbijartinê vekir. Di vekirinê de namzetên herêma duyemîn hatin nasîn.    Di vekirina buroyê de rêvebera HDP’a Esenlerê Gulcîhan Şengul ya ku di 11’ê Nîsanê de krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da hat bibîranîn.   Piştre namzetan axaftin kirin. Ozgul Sakî diyar kir ku ew gelek bi kelecane û wiha vegot: “Emê bi jinan re ji bo jiyanek nû bê avakirin li kolanan têbikoşin. Barê giran yê krîzê jin dikşînin. Jin kedek mezin didin lê keda wan nayê dîtin. Piştî erdhêjê jinên herêmê pir mexdur bûn.lê em ê di 14’ê Gulanê de biserkevin.”   Cengîz Çîçek: Em ê biserkevin   Namzet Cengîz Çîçek jî girse islav kir û wiha got: “14’ê gulanê ne tenê hilbijartine mîlade. Ji bo welatê me gelek girînge. Têkoşîna me têkoşîna hezaran saliye. Em ê bihev re vê têkoşînê bigihînin serkeftinê.Divê em xwedî li dengên xwe derkevin. Li dijî tecrîd şer û nelêrêtiyê ‘dîsa em’.”   Piştî axaftinan buro hat vekirin û gel govend gerand.