Li Cizîrê bûroya hilbijartinê: Em ê bi tîfaqê bi serkevin 2023-04-13 17:47:00   ŞIRNEX – Partiya Çep a Kesk li kolana hunerê ya navçeya Cizîrê bûroya hilbijartinê vekir. Di bernameyê de namzeta Şirnexê Newroz Uysal axivî û destnîşan kir ku hilbijartina 14’ê Gulanê ji bo Gelê Kurd firsendekê mezin e û ew ê bi tifaqê bi serkevin.    Partiya Çep a Kesk xebatên xwe yên ji bo hilbijartina 14’ê Gulanê bênavber berdewam dike. Li kolana hunerê ya navçeya Cizîrê bûroya hilbijartinê hate vekirin. Namzetên Partiya Çep a Kesk yê Şirnexê Newroz Uysal, Zekî Îrmez û Bedîrhan Asol, Parlementerên HDP’ê Şirnexê Nuran Îmîr û Hasan Ozguneş, Rêxistina HDP’ê yê Bajarê Şirnexê, Partiya Heremên Demokratîk(DBP), Meclîsa Dayikên Aştiyê, Komeleya Ziman û Çandê ya Bircabelek, MEBYA-DER û gelek kes beşdarî bernameyê bûn.   Tevî şert û mercên hewayê girse li ber bûroyê hilbijartinê kom bûn û bername bi gerandina govendê destpê kir.   ‘Em ê bi tifaqê ser bikevin’   Di bernameyê de bernamzet Newroz Uysal axivî û destnîşan kir ku ev hilbijartin ji bo guhertina pergala Tirkiye rolekê girîng digire û got: “Gelê Cizîrê tu carî li hemberê desthîlatdariya Komara Tirkiyê tu carî paş gav de neavêtiye. Ji ber vê îro bi êrîş, zext, zordestî û talankirinê li ber xwe daye. Ev hilbijartin ji bo guhertina pergala Tirkiyê wê gelek girîng be. Li bajarên metropolên Tirkiyê em bi sîyaseta demokratîk li Kurdîstanê jî bi tîfaqiyê em diçin hilbijartinê. Gelê Kurd tim ji bêtîfaqiyê gazinc kirin. Gelek tiştên ku hatiye serê me ji bêtîfaqiya me ye. Ji ber vê sedemê em tîfaqa Şirnexê, tîfaqa Bakurê Kurdîstanê û tifaqa her parçeyên Kurdîstanê çêkin.”   Newrozê, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Îro li her çar parçeyên Kurdîstanê de Dewleta Tirk amadekariyên şer dike û rixmî hemû şertên pêvajoyê jî di şerê de israriya xwe berdewam dike. Divê em vê rastiyê bibinin. Firsendekê ketiye destê me. Ji bo nirxandina vê firsendê jî pêşiya me de hilbijartin heye. Em ê bêjin şerê li ser Kurdîstanê re na, emê bêjin tecrîda li dijî birêz Ocalan re na, em ê bêjin tundiya li dijî jinê re na û em ê bêjin talankirina xwezayê Kurdîstanê re na.”