Li Mêrdînê bi girseyî namzet hatin pêşwazîkirin 2023-04-13 17:02:36   MÊRDÎN - Li Mêrdînê bi girseyeke mezin namzetên Partiya Çepên Kesk hatin pêşwazîkirin û nasandin. Namzeta Partiya Çep a Kesk û Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz axivî û anî ziman ku ew ê 6 û 0 derbixin û faşîzmê bixin bin sindoqan.   Li Mêrdînê namzetên Partiya Çepên Kesk ên bi girseyî hatin pêşwazîkirin. Beriya hatina namzetan girseyê govend gerand. Piştre namzet, li Tesîsên Sultan Şehmûs a navçeya Artûklû ya Mêrdînê hatin pêşwazîkirin û bi sedan wesayît tev li konvoya pêşwazîkirinê bûn. Namzetên Partiya Çepên Kesk ên Mêrdînê Saliha Aydenîz, Bêrîtan Guneş, Leyla Kaya, Kamuran Tanhan, Selahattîn Ertaş û George Aslan, rêvebirên HDP’ê, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û gelek welatî tevli konvoyê bûn.   Wesayîtên bi alên Partiya Çepên Kesk hatin xemilandin, di serî de li navçeya Qoserê bi stranên hilbijartinê tûreke avêtin. Gel eleqeyeke zêde nîşanî namzetan da. Zarok û ciwanan bi duçerxê tevlî konvoyê bûn û şopandin, jinan jî di pace, şaneşîn û kolanan de bi nîşaneya serkeftinê û tililiyan konvoyê pêşwazî kirin. Li Qada Azadiyê ya Qoserê ku bi hezara kes kom bûn bi coşek mezin konvoyê pêşwazî kirin. Li vê derê namzetên Partiya Çep a Kesk li ser otobusê sliav dan welatiyan. Piştî tura ku navçeyê qediya ber bi Mêrdînê ve bi heman awayî çûn.   Bi eleqeyek mezin namzet hatin pêşwazîkirin   Konvoy heta Mêrdînê bi stranan hat û li vê derê jî bi eleqeyek mezin hatin pêşwazîkirin. Konvoya ku gihîşt Mêrdînê berê xwe da li ber avahiya HDP’ê ya Mêrdînê û li vir girseya ku kom bû bi çepik, tililî û dirûşma “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” pêşwazî kir. Li vê derê namzet hatin nasandin. Piştre namzeta Partiya Çep a Kesk û Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz axaftinek kurt kir.   ‘Em ê 6 û 0 derxin’   Salîha, anî ziman ku gelê Mêrdînê bi coş û kelecana xwe biryara xwe ji zû de daye û wiha got: “Gelê Mêrdînê wê 6 û 0 derbixe. Me vê biryariyê ji gelê xwe de dît. Gelê Kurd sed salan in li berxwe dide. Em wek namzetên Mêrdînê ji bo azadiya Gelê Kurd, wekheviyê, zimanê kurdî, pêşeroja Gelê Kurdistanê em ê meclîsê bihejînin. Em ê biryarbûna Mêrdînê nîşan bidin. Em bi salan in li berxwe didin û heta 14’ê Gulanê jî em ê li berxwe bidin. 14’ê Gulanê ji bo pêşeroja Tirkiyeyek demokratîk û Kurdistaneke azad em ê li berxwe bidin. Em ê faşîzmê bikin bin sindoqan.”   Bername bi tililî û çepikan bi dawî bû.